El-Mihbaş: Em makenîzmeya ewlehiyê pêk tînin, aliyê Tirk şaş fêm dike

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş got: "Em bi pêkanîna bendên lihevkirina ewlehiya sînor bi her du aliyên Tirk û Amerîka re girêdayî ne  û me bendek ji bendên lihevkirinê binpê nekirine, dibe ku aliyê Tirk makenîzmeya ewlehiyê şaş fêm kiriye."

Piştî hefteyan ji danûstandinan, DYA, Hêzên Sûriye Demokratîk û Tirkiyê bi mijara ewlehiya sînor di 7`ê Tebaxê de gihaştin lihevkirinekê.

Di çarçoveya lihevkirinê de Yekîneyên Parastina Gel nuqteyên sînor ên bi Tirkiyê re li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî piştî rûxandina tonelan di 24 û 26`ê Tebaxê de  radestî hêzên meclisên  leşkerî kirin. Ji aliyê xwe ve artêşa Tirk tevî artêşa Amerîka piştî agahdarkirina Hêzên Sûriye Demokratîk yekemîn dewriyên hevpar li herêma di navbera gundên Nis Til û Heşîşe de yên girêdayî kantona Girê Spî di 8`ê Îlonê de meşand.

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş ji ajansa me re axivî û got: "Ev lihevkirin ji bo misogerkirina ewlehiya sînorên her du aliyan Tirk û Sûriyê hat."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglû  roja Sêşemê, Dewletên Yekbûyî tawanbar kir ku gavên fermî ne avêtine, lê hewil dide ku bi vî rengî "Herêma ewle" dereng bixîne û got ku ev ji bo welatê wî rihet nayê.

Berdevkê Pentegonê Sean Robertson bersiv da daxuyaniyên Çavuşoglo û got DYA`yê gavên cidî ji bo pêkanîna makenîzmeya ewlehiyê ya girêdayî lihevkirina destpêkê bi Enqereyê re bi lez pêk anîne û di hin rewşan de beriya demên wê yên diyar.

El-Mihbaş destnîşan kir ku lihevkirin dê li ser gelek pêvajoyan pêk were û got: "Niha em di çarçoveya pêvajoya yekemîn a lihevkirinê de ne. Em bi pêkanîna bendên wê ve girêdayî ne. Girêdayî vê lihevkirinê em gelek nerm bûn."

El-Mihbaş diyar kir ku wan bendên lihevkirinê binpê nekirine û got: "Dibe ku aliyê Tirk makenîzmeya ewlehiyê şaş fêm kiriye."

Têkildarî plana Tirkiyê ya bicihkirina milyon penaberên sûrî yên li Tirkiyê ne li Bakur û Rojhilatê Sûriyê El-Mihbaş ev tişt diyar kir: "Em naxwazin ev peyman bibe destpêka bicihkirina penaberên sûrî ji tevhiya herêmên Sûriyê li herêmê Rêveberiya Xwerser. Divê her sûriyek vegere warê xwe û li hemberî polîtîkeyên mêtîngerî yên dewleta Tirk ên guhertina demografiyaya herêmê bisekinin."

El-Mihbaş di dawiya axaftina xwe de got: "Bi rêya daxuyaniyan me bang li penaberên Sûriyê yên ku ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne kir ku vegerin warê xwe û rolek di prosesa avakirinê û jinûveavakirinê ya herêmê de bilîzin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din