Elî Memlûk li Qamişlo bi şêxên eşîran re civiya

Çavkaniyên pêbawer diyar kir ku şêwirmendê Ewlekariya Nîştimanî Elî Memlûk duh bi hinek şêxên eşîrên herêma Cizîrê re civiya û bang li wan kir ku zarokên xwe ji nava QSD`ê vekişînin.

Di 5`ê Kanûna 2019`an (duh) de berpirsyarê Ewlekariya Nîştimanî ya Sûriyê Lîwa Elî Memlûk ji Şamê bi rêya balafireke sivîl gihîşte balafirgeha bajarê Qamişlo. Paşê li hola taybet a balafirgeha Qamişlo bi Komîteya Ewlekariyê ya Parêzgeha Hesekê û hejmareke şêxên eşîrên Ereb re civiya. Di saet 14:00`an de Elî Memlûk ji balafirgeha bajarê Qamişlo ber bi balafirgeha Şamê ve çû.

Li gorî heman çavkaniyan ku şêxên eşîran û kesayetên ku bi Memlûk re civiyane ev in:

Şêx Mihemed Faris, Mihemed Abdulrezaq, Mehmûd El-Ebîdo, Mihemed El-Hilû, Ebûd El-Hilû, Newaf El-Bişar, Mehmûd El-Birsan, Mehmûd El-Sultan, Afir Tehîma, Hesen El-Muslit, Rafi El-Hemdiye, Mihemed Hesnawî El-Cedû, Siûd Selîbî, Izo El-Sedîd, Ehmed Deham El-Hadî, Haîim Abdulkerîm El-Îsa, Hebîb Hemad El-Tela, Yûsif El-Silac, Ednan El-Bewa, Yasîn El-Şêx Şihade, Fewaz El-Şêx Îbrahîm, Mîzer El-Mislit, Elaadîn El-Hemid, Telal El-Ebîd El-Xelîl, Abdulkerîm Mihemed El-Hisên û parêzer Erefat El-Şêx Şihade.

Çavkaniyan diyar kir ku Memlûk bang li şêxên eşîran kir ku zarokên xwe ji nava QSD`ê vekişînin.

Ev civîn piştî banga rejîmê ku QSD tev li artêşa rejîma Sûriyê bibe, hat lidarxistin.

Fermandarên giştî yê QSD`ê di demeke berê de şêwazê rejîmê û bi taybet ê girêdayî banga tekane ji şervananên QSD`ê re ku tev li hêzên rejîmê bibin, rexne kiribû.

QSD`ê destnîşan kiribû ku tevlêbûna ji artêşeke Sûriyê re dibe lê belê ger taybetmendiyên QSD`ê di nava wê de werin parastin.

ANHA


Mijarên Din