El-Mûelim: Tirkiyê yekitiya Sûriyê têk dibe

Wezîrê derve yê Sûriyê Welîd El-Mûelim di civîna Lîjneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got" Nabe Tirkiyê ragihanîne ku ew bi yekitiya Sûriyê ye, ji ber ku ew yê yekem e ku yakitiya Sûriyê têk dibe."

Li gorî Skynews El-Mûelim  îro di civîna Lîjneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de banga dimildest a vekişandina hêzên biyanî ji Sûriyê kir û got, heger ev hêzanan bimîne dê Şam tedbîran bigire.

El-Mûelim got, DYA û Tirkiyê li ser hebûna leşkerî ya ne qanûnî li bakurê Sûriyê lihev kirine "Her zêdeke biyanî bêyî diyalogan li ser xaka Sûriyê bixebite, hêzên dagirker in, divê dimildest vekişin."

Welîd El-Mûelim li ser mijara Idlibê jî wiha got "Nabe Tirkiyê ragihîne ku ew bi yekitiya Sûriyê ye, ji ber ku ew yê yekemîn e ku yekitiyê têk dibe. Rejîma Tirkiyê parastina terorîstên li Idlibê didomîne."

El-Mûelim wiha domand: "Idlib cihê herî mezin ê kombûna terorîstên biyanî yên cîhanê ye, Şam di pêkanîna pêngavên siyasî yên li ser Idlibê de sebir kir û hêvî dike ku têkildarî Cebhet El-Nusra û rêxistinên terorîst çareserî were peydakirin."


Mijarên Din