​​​​​​​El-Mehbaş: Rapora Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ne bes e, divê NY bi erkên xwe rabe

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bêdengiya navneteweyî li hemberî binpêkirin û sûcên li dijî gelê Sûriyê li herêmên dagirkirî, rexne kir. Her wiha destnîşan kir ku rapora Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ne bese  ji ber ku tenê balê dikişîne ser parçeyekî ji sûcên Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê.

Di 14`ê Îlonê de Komîteya Lêpirsînê ya Naveneteweyî ya serbixwe girêdayî rewşa Sûriyê raporek pêşkêşî Meclisa Mafên Mirovan kir. Komîteyê di rapora xwe de behsa sûcên artêşa Tirka dagirker û çeteyên wê yên ji 11`ê Çileya 2020`an heta 1`ê Tîrmehê ve ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne, kir.

Girêdayî mijarê, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid El-Hamid El-Mehbaş got: "Tevî sûcên zelal yên Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk tîne jî, civaka navneteweyî bêdeng e."

El-Mehbaş ji ANHA`yê re destnîşan kir ku di rapora Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî de îşaret bi binpêkirin û kiryarên qaşo "Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê" û çeteyên bi wan ve girêdayî, li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî hatiye kirin.

El-Mehbaş daxuyand ku raporê bi awayekî zelal binpêkirin û sûcên di dema êrişan û piştî wê demê de pêk hatine, rewa kir û got: "Ev sûc li dijî sivîlan pêk hatin."

Her wiha diyar kir ku armanc ji van sûcan guhertina demografî ya bi rêya valakirina wan herêman ji şêniyên resen, koçberkirina wan û bicihkirina malbatên çeteyên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê li wan herêman e.

El-Mehbaş destnîşan kir ku di raporê de gelek cureyên sûcên hatine pêkanîn diyar bûn û got: "Di raporê de behsa sûcên kuştinê û di nav de kuştina siyasetmedar Hevrîn Xelef, çalakiyên dizî û talankirina milkên sivîlan ji aliyê wan çeteyan ve, qewitandina sivîlan û desteserkirina malên wan, hat kirin."

El-Mehbaş wiha domand: "Her wiha sûcên revandina li hember fedyeyê, sûcên dizîna cihên olî, îmhakirina nasnameya çandî ya pêkhateyên wan herêman, dizîna şûnwaran, tecawickirin, êşkenceya li girtîgehan, neçarkirina şêniyan ku bawerî û olên xwe biguherin wekî Êzidiyan, hatin bibîrxistin."

El-Mehbaş piştrast kir ku ev sûcên navneteweyî ne û berpirsên wê çeteyên "Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê" û efser û fermandarên mezin ên artêşa Tirk in û wiha got: "Haya artêşa Tirk ji van sûcan heye û bi koordîna pê re tên kirin.  Ev sûcekî navneteweyî ye û li hemberî civaka navneteweyî Tirkiyê ji van sûcan berpirsiyar e."

Her wiha diyar kir ku divê hemû rêxistinên hiqûqî û yên jinan gilînameyan rakin û erkên xwe pêk bînin. Divê şêniyên qurbaniyan jî gilînameyan pêşkêşî dadgehên navneteweyî bikin da ku mafê xwe bi dest bixin û hesabê ji sûcdaran bixwazin.

El-Mehbaş rapor Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî wiha bi nav kir: "Rapor ne bes e. Rapora komîteyê tenê hin binpêkirin bi bîr xistine. Em spasiya komîteyê dikin ku bal kişand ser van binpêkirinan, lê belê ev yek ne bes e ji ber ku tenê parçeyekî binpêkirin û sûcên li dijî gelê me bi bîr dixe."

Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweserr bêdengiya civaka navneteweyî û helwestên wê li hemberî wan binpêkirinan rexne kir. Her wiha mixabiniya xwe li hemberî wê bêdengiyê nîşan da û piştrast kir ku civaka navneteweyî li hemberî binpêkirina mafên mirovan li wan herêman, kêmasiyê dike.

El-Mehbaş tekez kir ku berpirsiyariyeke exlaqî û qanûnî dikeve ser milê civaka navneteweyî û divê helwesta xwe ya neyinî biguhere.

Ebid El-Hamid El-Mehbaş di dawiya axaftina xwe de got: "Divê NY`yî wekî rêxistineke navneteweyî li hemberî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî sûcên artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê, Bab, Idlib, Cerablus û Ezazê pêk tîne, bi erkên xwe rabe."

(cx)

ANHA


Mijarên Din