El-Mehbaş: Li gorî peymana me bi NY`yî re em ê Nivîsgehên Parastina Zarokan vekin

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku li herêmên Rêveberiya Xweser Nivîsgehên Mafên Zarokan ava dikin, her wiha erkên wan û mekanîzmeya xebatên wan diyar kir. Ev gav di çarçoveya pêkanîna peymana di navbera Rêveberiya Xweser û QSD`ê ji aliyekî ve û NY`yî ji aliyekî din ve, pêk tê.

Girêdayî tedbîrên ku Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna bendên peyamana bi NY`yî re, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mehbaş ji ANHA`yê re axivî.

QSD`ê û Rêveberiya Xweser ji aliyekî ve û NY`yî ji aliyekî din ve di 29`ê Hezîrana 2019`an de li Cinêvê, peymaneke qedexekirina biçekkirina zarokên di bin 18 saliyê re di nava refên QSD`ê de îmze kir.

Têkildarî mijarê, Ebid Hamid El-Mehbaş got tevî astengiyên em rastê hatine wekî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û belavbûna vîrusa Koronayê di demên dawîn de jî, Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna bendên peymanê bi erkên xwe radibe.

El-Mehbaş destnîşan kir ku tevî astengiyên hatine bibîrxistin jî, QSD`ê di dema borî de bi erkên xwe rabû û di çarçoveya pêkanîna bendên peymanê de 30 xort û 51 keç vegerandin malbatên wan.

El-Mehbaş diyar kir ku piştî civîna ligel Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ji aliyekî ve û nûnerê NY`yî ji aliyekî din ve, wan amadekariya xwe ji bo berdewamkirina pêkanîna bendên peymanê nîşan da. Her wiha Hêzên Sûriya Demokratîk fermanên leşkerî yên pêwîst ji bo pêkanîna peymanê da.

El-Mehbaş wiha domand: "Rêveberiya Xweser biryara hejmar (96) da, ku li gorî wê dê Nivîsgehên Parastina Zarokan ku 9 nivîsgeh in li herêmên Rêveberiya Sivîl û Rêveberiya Xweser û nivîsgeheke navendî di rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bên vekirin."

Hevserokê Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku erka van nivîsgehan ew e ku gilînameyên ji dayik, bav, malbat, rêxistinên hikumî yên têkildarî zarokan û aliyên ku piştgiriyê didin zarokan bigire. Dê ev gilîname li Nivîsgeha Navendî bên komkirin û ji QSD`ê re bên şandin da ku lêkolîn bike û çareser bike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din