El-Hûsî: Em amade ne girtiyên Siûdî li beramberî serbestberdana girtiyên Hemsê serbest berdin

Serokê Tevgera Ensarullah Ebdulmelêk El-Husî ragihand ku amade ye pîlotê siûdî û 4 zabitên pê re li bermaberî ku Siûdî Arabistan girtiyên Tevgera Hemas a Filistînê berde.

Serokê Tevgera Ensarullah Ebdulmelêk El-Husî di axaftina xwe de bi boneya roja niştîmanî ya berxwedanê got tevger amade ye pîlotek û 4 zabitan û leşkerên Siûdî Arabistan serbest ber de li beramberî ku Siûdî Arabistan girtiyên Tevgera Hemas serbest berde.

El-Hûsî wiha domand: Rejîma Siûdî Arabistan, kesên filistînî ku ravendine, bi tewana desteka terorê dadgeh dike. Em amade ne porsesa veguherandina dîlgirtiyan temam bikin.

Tevgera Hemas di daxuyaniyekê de girêdayî însiyatîfê got: "Însiyatîf delîla giyana biratiyê û dilsojiya bi gelê Filistînê re ye û piştgiriya berxwedana wî ye. Em spasiya vê eleqedariyê û insyatîfê dikin û bi mereq dişopînin."

Di daxuyaniyê hate bibîrxistin: "Em carek din bang li birayên xwe yên Siûdî Arabistan dikin ku pêwîste bi lez tevahiya girtiyên filistînî ji girtîgehên wê serbest berdin. di serî de Dr. Mihemed El-Xiderî Ebû Hanî."

Girêdayî heman mijarê rêveberê Tevgera Hemasê Mehmûd El-Zehar diyar kir ku dûr e Siûdî Arabistan vê insyatîfê bîne cih û di daxuyaniya xwe de bi kanala El-Meyadîn re got: "Însiyatîfa serokê Tevgera Ensarullah Ebdulmelêk El-Hûsî dilê tevahiya berxwedêr û mucahidên filistînî şa kir."

Siûdî Arabistan hejmarek endamên Tevgera Hemas li Siûdî Arabistan digire, di nav de rêveberê tevgerê Mihemed El-Xiderî û kurê wê. Di demek berê de çavkaniyan bibîr xistin ku desthilatên Siûdî Arabistan xwe amade dike ku wan bi tewana desteka terorê darizîne.

(şx)

 


Mijarên Din