El-Hafiz: Dibe ku gefên Tirkiyê wê bixe nav aloziyê

Nivîskar û rojnamevan Malik El-Hafiz dibîne ku axaftinên li ser êrîşeke mezin a Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tiştekî di xeyalan de ye û got Tirkiye hewl dide şert û mercên dan û standinên têkildarî mekanîzmaya ewlehiyê bi Washingtonê re baş bike.

Analîz û helwestên herêmî û navdewletî der barê gefên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ên pêkanîna êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewam in.

Têkildarî mijarê nivîskar û rojnamevan Malik Al-Hafiz ji ANHA`yê re axivî.

El-Hafiz di destpêka axaftina xwe de got: “Gefên Tirkiyê, bi taybet yên vê dawiyê çi li ser zimanê Erdogan, Akar û Çavuşoglu yan bi rêya şandina hêzên leşkerî li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê ku zêde bûne, nîşan dide ku Enqere gihîştiye asta herî bilind a çaverêkirina Washingtonê der barê dan û standinên li ser herêma ewlehiyê de. Bi vê yekê jî dixwaze bide xuyakirin ku ew dikare operasyoneke leşkerî ya berfireh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Lê ew rastî dikare tenê ji aliyê xwe ve êrîş bike, di heman demê ku Washington ne razî ye bingehên wê li herêmê hebin? Ew dikare karekî wiha xirab bike? Ez bawer nakim ku Enqere hesanên xirab ên pêkanîna wê karî kiribe.”

El-Hafiz wiha dewam kir: “Enqere li ser sînorê xwe cebheyekê veke, ew ji ber du sedemên sereke kete nava xeyalên gefan; a yekê ew dixwaze şert û mercên dan û standinan li ser herêma ewle bi Washingtonê re baş be û dixwaze meşandina kar û barên wê herêmê di destê wê de bin, Washington jî vê yekê qebûl nake. Ya duyem jî ew e ku bi hinceta vegera penaberan ew dixwaze kûraniya herêmê zêdeyî 30 km be, Enqere hewl dide aloziya di hundirê wê de derbasî derve bike. Hikumeta AKP’ê zanî ku şikestina wê ya hilbijartinan di bajarên mezin de, ne ya dawiyê ye, ji ber ku sedema şikestina wê pirsgirêka pêşwazkirina penaberên Sûriyê ya berdewam û peydakirina pêdiviyên wan e ku ziyanê dide gelê wê.”

El-Hefiz der barê pêşerojê de wan pêşbîniyan dike: “Bi kurtasî, Tirkiye di çarçoveya nerazîbûna Washingtonê û berdewama piştevaniya wê ji QSD`ê re nikare operasyoneke berfireh encam bide. Enqere hewl dide şert û mercên dan û standinan baş bike, ji ber vê jî herî zêde dê tevgereke sînordar û di cografyayeke biçûk de rûyê serkirdayetiya Tirkiyê li ser van gefan spî bike. Ew dizane ev gef dê wê bixe nava aloziyekê. Dawiya dawî ez dibînim ku operasyoneke leşkerî û berfireh li rojhilatê Firatê yan Bakur û Rojhilatê Sûriyê tiştekî di xeyalan de ye.” 

Têkildarî helwestên hêzên herêmî û navneteweyî yên bi dosyaya Sûriyê re eleqedar in, Malik El-Hafiz wiha got: “Daxuyaniyên dawîn ên Lavrov der barê daxwaza Tirkiyê ya pêkanîna operasyoneke leşkeri de bi nerîna Rûsyayê ya li herêmê re nagunce. Dema wezîrê derve yê Rûsyayê destnîşan kir ku mimkun e koordîne li ser rojhilatê Firatê di navbera Enqere û Şamê de pêk were, mebesta wî ew bû ku Washigtonê îstifzaz bike da ku Enqere li ser îhtimala pêkanîna karekî xirab rawestîne. Texmîn dikim ku nêrîna Moskov û Şamê li ser redkirina her destwerdaneke Tirkiyê li herêmê, yek in. Ev yek jî tê wê wateyê ku her diyalogek Şamê bi MSD`ê re were jinavbirin. Her operasyoneke leşkerî dê bi hevkariya hêzên Sûriyê yên ji aliyê Enqereyê ve tên destekkirin be û ketina wan a herêmê jî dê rewşê herî zêde aloz bike.”

El-Hafiz wiha domand: “Tevî ku di navbera Moskov û Enqereyê de lihevkirinek li ser Idlibê heye, lê tiştê di ragihandinê de derdikeve bi rastî nayê tekezkirin. Li hemberî hinek tawîzan li Idlibê Rûsya rê nade ku Enqere operasyoneke leşkerî encam bide. Tevî ku Moskov dixwaze hêzên Amerîkayê ji wê derê derkeve lê Moskov dizane ku ew dosyayeke aloz e û çareseriya wê ne bi razîbûna li ser vekirina şer li rojhilatê Firatê ye.”

Nivîskar û rojnamevan Malik El-Hafiz di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di vê demê de tenê Îranê ji karekî leşkerî sûd werdigire. Ew ji kaosekê di herêmê de sûdê dibîne, newekheviya nerîna Moskov û Tehranê ber bi rûbirûbûneke Rûssya-Îranî ya veşartî li Sûriyê diyar dike. Di vê derbarê de pêwîst e em vê yekê ji bîr nekin ku têkiliya Tehran û Enqereyê di van demên derbasbûyî de baş bûye û hîna zêde baş bibe.”

(rr)

ANHA

 


Mijarên Din