​​​​​​​El-Esed ragihand ku hilbijartinên Meclisa Gel hatine paşdexistin

Serokê hikumeta Sûriyê Beşar El-Esed îro ragihand ku hilbijartinên zagonî li welêt ji ber tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrus (Covid-19) heta 19`ê Tîrmehê hatin paşdexistin.

Serokatiya hikumeta Sûriyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku hilbijartinên zagonî li welêt heta 19`ê Tîrmehê hatin paşdexistin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Di nava tedbîrên ku ji aliyê dewletê ve têne girtin ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê, serok El-Esed biryarnameya 121`an a 2020`an derxist ku hilbijartinên endamên Meclisa Gel ên zagonî li gorî biryarnameya 86`an a 2020`an heta 19`ê Tîrmeha 2020`an hatin paşdexistin."

bx


Mijarên Din