El-Esed: Heger Tirkiyê bi hemû rêbazan dernekeve, ji bilî şer ti bijêrk tinene

Serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed got, Erdogan û komên wî dijminên Sûriyê û got "Heger Tirkiyê bi hemû rêbazan dernekeve, ji bilî şer ti bijêrk tinene."

Beşar El-Esed anî ziman ku lihevkirina  Rûsya- Tirkiyê ya der barê bakurê Sûriyê de demkî ye, armanc jê ew e ku ê rê li pêşiya daxwazên Tirkiyê bigre ku dixwaze bi rêya dagirkirina herêmên din ên Sûriyê ziyanan çêbike.

Têkildarî lihevkirina di navbera QSD û artêşa Sûriyê de Beşar El-Esed ev tişt got: "Belê lihevkirina çêbû û artêşa erebî ya Sûrî gihişt piraniya herêman, lê ne bi temamî, hin astengî derdikevin. Têkiliyên  kurdan bi dewletê re baş in û nêrînên niştimanî yên rasteqîn pêşkêş dikin. Beriya rewşa dawî têkiliyên me raste rast bi QSD‘ê re hene."

El-Esed destnîşan kir ku Erdogan ji destpêka şer ve armanc dike di navbera gelê Sûriyê û Tirkiyê de pirsgirêkan derxîne û wiha domand: "Artêşa Tirk di destpêka şer de bi artêşa Sûriyê re bû, heta radeyekê bi me re hevkar bû heta Erdogan li dijî wê derbeyek pêk anî. Lew re divê xebat di vê aliyê de were kirin ku Tirkiyê nebe dewleke dijber. Niha Erdogan û komên wî dijmin in, ji ber ku ew siyasetê bi rêve dibe, lê heta niha hêzên siyasê yên Tirkiyê bi piraniya xwe li dijî siyasetên Erdogan in, divê em baldar bin ku Tirkiyê nekin dijmin."

El-Esed got: "Heger rejîma Tirkiyê bi hemû rêbazan dernekeve, ji bilî şer ti berbijêr tinene."

 


Mijarên Din