El-Ereb: Dibe ku li Iraqê pêleke nû ya xwepêşandanan dest pê bike

Çavkaniyên iraqî diyar dikin ku li welêt dê pêleke nû ya xwepêşendanan çêbe. Bi taybet li gel ku aloziya kehrebeyê çareser nebûye.

Çavkaniyên iraqî ji rojnameya El-Ereb re axivîn û diyar kir ku îhtîmal heye xwepêşendana duh li taxa El-Emîn destpêka pêleke xwepêşendanên berfirehtir be. Ji ber ku pirsgirêka kehrebeyê çareser nebûye ku di encamê de di salên borî de xwepêşendanên birêxistinkirî li dar ketin.

Şahidên bûyerê got piştî zêdekirina saetên qutkirina kehrebeyê, bi sedan xwepêşendêr derbasî avahiya belavkirina kehrebeyê ya li taxa El-Emîn li rojhilata Bexdayê bûn û gef li karmend û berpirsên wê xwarin ku eger kehrebe nehat wê nehêlin kesek derbasî avahiyê bibe.

(şx(


Mijarên Din