​​​​​​​Elî El-Cemîlî: Tirkiye ola Îslamê ji bo pêkanîna çavnebariyên xwe pêk tîne

Serokê Saziya Kar û Barên Olî ya Minbicê û gundewarên wê Elî El-Cemîlî got: "Dewleta Tirk hewl dide serdema Osmaniyan vegerîne û ji bo vê yekê gelê Misilman û ola Îslamê bi kar tîne."

Têkildarî tevgerên Tirkiyê li Rojhilata Navîn ku fermandarên Tirk ola Îslamê wekî dirûşme ji bo destwerdana li kar û barên dewletên cîran bi kar tîne, ajansa nûçeyan a Hawarê bi Serokê Saziya Kar û Barên Olî ya Minbicê û gundewarên wê Elî El-Cemîlî re hevpeyvînek çêkir.

El-Cemîlî wiha got: "Dewleta Tirk her tim hewl dide serdema Osmaniyan li ser hesabê dewletên cîran, vegerîne û ola Îslamê wekî rêbazeke pêkanîna çavnebarî û planên xwe pêk tîne, lê belê di rastiyê de ew dûrî Îslamê ye û kiryarên wê vê yekê piştrast dike."

KIRYARÊN TIRKIYÊ LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ PÎVAN Û RÊGEZÊN EXLAQÎ Û ÎSLAMÊ BINPÊ DIKE

El-Cemîlî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kiryarên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî wekî revandin û xwestina fidyeyê, ola Îslamê, rêgez û pîvanên îslamî û exlaqî binpê dike. Ola Îslamê bi ola hezkirin û exlaqê tê nasîn, lê belê dewleta Tirk di bin navê Îslamê de mirovan dikuje û xaka misilmanan dagir dike."

El-Cemîlî daxuyand ku kiryarên Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê wekî revandina jinan, tecawizkirina wan û kuştina zarokan li Efrînê, Ezazê û Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî, ne li gorî rastiyê îslamê ne û wiha domand: "Ew ne îslamê, lê belê terora rasteqîn temsîl dikin. Êdî terora dewleta Tirk a biçekkirina zarokan û çandina wan ji bo şerê Lîbyayê û welatên din, ji her kesî ve xuya ye."

Serokê Saziya Kar û Barên Olî ya Minbicê û gundewarên wê Elî El-Cemîlî tekez kir ku divê haya gel ji armancên dewleta Tirk û çeteyên wê hebe, ku armanca wan ne parastina îslamê ye lê belê ferzkirina hegemoniya dewleta Osmanî ye.

Hêjayî gotinê ye ku xîtabên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîb Erdogan û fermandarên Tirk bi dirûşmeyên îslamê dagirtîne, ku nîşan didin ku Tirkiyê parastina îslamê û mislimanan dike û pîvanên ola Îslamê pêk tîne. Lê belê tevgerên Tirkiyê li ser erdê bi taybetî li Sûriyê, berevajî wê yekê nîşan dide.

(cx)

ANHA


Mijarên Din