El-Ebid: Tirkiye herêmek ne ewle dixwaze

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid got: “Tirkiye herêmek teslîmkar, dagirkirî ne ewle dixwaze. Kesên ku li Tirkiyê ne û piştgiriya AKP`ê dikin ciwanên herêmê bi fikrê Erdogan dikujin.”

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid di bin konê çalakiya mertalên zindî yê li ser xeta sînor rojavayê bajarê Serêkaniyê de axivî.

El-Ebid diyar kir ku Tirkiyê bi rêya gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze çete û biyaniyan li herêmê bi cih bike, ji vî welatî re gelek bedîl û ji vî gelî re welatekî ne diyar dixwazin. Ev tişt li Efrîn û Babê rû da. El-Ebdi diyar kir ku dibêjin Kurd tenê li herêmê ne û bang li wan kir ku bila herin herêmê û binêrin bê ka Kurd tenê li herêmê ne lê na?

El-Ebid destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve gulistanek rengîn e. Şêniyên herêmê tevî QSD`ê li hember mezintirîn rêxistinên terorîst DAIŞ`ê ya ku Tirkiyê desteka wê dike, sekînin û herêmên xwe parastin. Lewara Tirkiyê hewl dide ajandeyên ku DAIŞ`ê pêk anîne, bi xwe pêk bîne.

Di nav gotinên xwe de El-Ebid komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bi navê aştiyê pêk anîne bi bîr xistin û got: "Tirkiyê canga Yûnanê bi cangê Heskirin û aştiyê bi nav kir. Di wî şerî de bi hezaran şêniyên wê kuşt. Cenga Efrînê bi şiqina zeytûnê bi nav kir, zeytûna wê şikand û şêniyên wê da koçberkirin. Em banga hezkirin, aştî û biratiyê dikin. Em dixwazin aştî û azadiyê li cîhanê belav bikin û em mîna Tirkiyê wêranî û kuştinê naxwazin."

Her wiha El-Ebid tekez kir ku Tirkiyê herêma ewle naxwaze lê belê herêmek teslîmkarî û dagirkerî bê ewle dixwaze û wiha domand: "Gazinca me ji kesên ku li paş sînor disekinine. Vegerin warên xwe eger dojeh be jî lê ji bihûşta Erdogan baştir e."

El-Ebid destnîşan kir ku sûriyên ku li Tirkiyê ne bi fikrê Erdogan û AKP`ê gelê Sûriyê yê ku li welatê xwe û bi fikrê Ocalan destê xwe dirêjî wan kiriye dikujin û wiha domand: "Ka werin em defên şer veguherînin hêsirên şadiyê. Ka em di heman xendekî de ji bo parastina Sûriyê bicivin. Rûmet û mirovahî li ku derê ye?"

Hemdan El-Ebdi di dawiyê de got: "Ciwanên roj û agirê amade ne li hember dewleta Tirk a dagirker û her aliyekî din hewl dide destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe bisekinin."

(şx)

ANHA    


Mijarên Din