El-Colanî vekişandina ji herêma "Bê çek" red kir

Piştî du rojan ji agirbestê ku divê çete ji herêma bê çek werin vekişandin, serçeteyê Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) Ebo Mihemed El-Colanî duh ragihand ku ew ji herêma bi navê "Bê çek" venakişin.

Daxuyaniyên El-Colanî bi rêya hevpeyvîna çeteyên "Tehrîr El-Şam" bi rojnemevanan li herêma Idlibê pêk hat, ku  nehiştin rojnamevan dîmen bikşînin, pêk hat.

El-Colanî wiha got: "Tiştê ku rejîmê di aliyê leşkerî de nestand û bi hêzê, ew nikare bi awayekî aştiyan e bi danûstandinan û siyasetê bistîne, em ji herêmê venakişin."

Xuya dike ku El-Colanî di nav axaftinên xwe de Tirk mîna hevalên xwe û Rûs mîna dijminê xwe bi nav kirin û wiha teqez kir: "Em lêbicihbûna xwe ne li gorî dostan ne dijminan pêk nayinin", her wiha îşaret bi nerazîbûna xwe ji ketina hêzên çavdêriyê yên Rûsya li herêma bê çek nîşan da.

El-Colanî diyar kir ku hêzên rejîmê di çalakiyên leşkerî de pir derbe xwarin.

Piştî çend mehan ji çalakiyên leşkerî, şeva roja pêncşem û înê hevpeymana agirbestê li herêma Idlibê ku rejîmê bi şerta ku çete ji herêma bê çek vekişin erê kir, li gorî peymana Rûsya û Tirkiyê ji Îlonê ve .

Serokê şandeya rejîmê li danûstandinan Astana, BeşAr Ceferî di civîna çapemeniyê de di dawiya civîna 13`an a danûstandinên Astana wiha got “ Em dixwazin ku ew gotinên xweş ên encamnameyê, di piratîk de, li ser erdê pêk werin, bi taybet ji aliyên rejîma Tirkiyê ve”,  her wiha got Sûriyê tu pêkanînên durist ên lihevhatinên Astana û Sochi yên der barê Idlibê de, nabîne, li gorî lihevhatinan pêwîste rêxistinên terorîst 20 km bi tevî çekên giran û navîn, vekişin.

(jo)


Mijarên Din