El-Camiya  El-Erebiye: Tirkiyê berpirsyarê belavbûna terorê Tirkiyê ye

El-Camiya El-Erebiye di daxuyaniya xwe piştî civîna awarte îro got: “Berpirsê belavbûna terorê Tirkiyê ye û banga rawestandina yekser a êrîşan kir.”

El-Camiya El-Erebiya di daxuyaniya xwe de piştî civîna awarte îro banga rawestandina êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ji aliyekî din ve yekitiya axa Sûriyê teqez kir. Her wiha bang li Meclisa Ewlehiyê kir ku bi lez mudexele bike û êrîşa Tirkiyê li ser Sûriyê rawestîne.

El-Camiya  El-Erebiyê di daxuayniya xwe de piştî bidawîbûna civîna awarte ya wezîrên derve yên dewletên ereban Tirkiyê kir berpirsê belavbûna terorê piştî êrîşên wê li ser Sûriyê.

Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku El-Camiya dê girtina girtekên siyasî, aborî, çandî û turizmî li dijî Tirkiyê lêkolîn bike.

(şx)


Mijarên Din