El-Caferî detayên girêdayî dagirkeriya Tirk li Sûriyê eşkere kirin

Nûnerê Sûriyê yê Daîm li Neteweyên Yekbûyî û serokê şandeya Rejîma Sûriyê di danûstandinên Astanayê Beşar El-Caferî detayên girêdayî dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê eşkere kir û got: "Tirkiyê 10 hezar û 655 leşker derbasî nuqteyên çavdêriyê kirin, di demekê de ku diviyabû tenê 280 polîsan derbasî nuqteyan bike."

Nûnerê Sûriyê yê Daîm li Neteweyên Yekbûyî û serokê şandeya Rejîma Sûriyê di danûstandinên Astanayê de Beşar El-Caferî di kongreyeke çapemeniyê de piştî tora 13 a danûstandinên Astanayê de deteyên girêdayî dagirkirina Tirkiyê li xaka Sûriyê û kiryar û siyasetên tirkkirinê ku li Efrînê pêk tîne, eşkere kirin.

El-Caferî got: "Rêjîma Tirkiyê di hundirê xaka Sûriyê de 10 hezar û 655 leşker di navbera efser û leşker de belav kirine, 166 tank, 278 panzêr, 18 roket, 173 topên hawnê, 73 erebeyên bi çekên giran barkirî, 41 dikên avêtina roketên li dijî tankan. Di vê çarçoveyê de lihevkirinên Astanayê binpê kiriye, ku diviyabû 12 nuqteyên çavdêriyê ava kiribû û 280 polîs belav kiriba."

Li gorî ajansa SANA‘yê li ser zimanê El-Caferî, hin pinpêkirinên din ên dagirkeriya Tirk ku xeteriya wê ne kêmî belavbûna leşkerî ye hene û got: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan waliyekî Tirkî li bajarê Efrîn a Sûriyê erekedar kiriye, her wiha wezîrê wî yê hundirîn walî û berpirsên xwe li bajarên Ezaz, Cerablus û Mareyê erekedar kirine. Vê rejîmê binpêkirinên xwe zêde kirin wîlayeta Efrînê girêda wîlayeta Hatayî ya ku bingeha Lîwa Îskenderon a Sûriyê ya dagirkerî ye."

El-Caferî teqez kir ku "Tirkiyê nasnameya Tirkî li niştecihên Sûriyê yên li herêmên dagirkirî yên li bakurê rojava ferz kir, her wiha zimanê Tirkî û meteryalên Tirkî di dibistanan de ferz kirin, nexweşxane li Cerablusê vekir û burcên vegihînê li Idlibê danîn. Li Idlibê zeytûnên Sûriyê didize û di bazarên cîhanê de difiroşe, terorîstên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin sûnwarên Eyn Dara û deverên din ên Efrîn û gundewarên wê dizîn û veguhestin Tirkiyê."

El-Caferî anî ziman ku Sûriyê dagirkeriya Tirk dijminê xwe dibîne û mafê wê ye ku parastina xaka xwe bike û dagirkeriiya li herêmên xwe bi dawî bike.


Mijarên Din