El-Burhan: Kuştina xwepêşandêran sûcdarî ye

Serokê Meclisa Leşkerî ya Sûdanê Abdulfetah El-Burhan got bûyera ku li bajarê Ebyed a kuştina xwepêşandêran, sûcek e ku nayê qebûlkirin û divê hesab ji berpirsyaran were xwestin.

Televîzyona fermî Sûdanê ragihand ku El-Burhan têkildarî kuştina 5 xwepêşandêran ku 4 ji wan xwendekarên qonaxa amadehiyê yên ji bajarê Ebyedê ne, got: "Bûyera ku li Ebyedê qewimî cihê mixabiniyê ye, di heman demê de kuştina welatiyan nayê pejirandin û sûcdarî ye, divê yekser lêpirsîn dest pê bike."

Têkildarî bûyera ku roja duşemê qewimî, waliyê bajarê Ebyedê di rojnamevanan re got xwepêşandana xwendekarên dibistanên qonaxa navîn aştiyane bû û banga başkirina xizmetên veguhastinê dikirin, lê piştî tevliheviyan ji armanca xwe dûr ket.

Her wiha destnîşan kir ku êrîş li ser banka Xertûmê pêk hat û milkên wan wêran kirin, di heman demê de hewldana êrîşkirina banka fransî ya beşa Ebyedê jî dikirin. Walî got li ser vî esasî hemû bergiriyên qanûnî hatin girtin.

Lîwa Teyîp Abdallah diyar kir ku komîteyeke lêpirsînê hate çêkirin û kesên destên wan di vê bûyerê de hene, dê radestî dadweriyê bikin.

Ajansa Nûçeyan a Sûdanê li ser zimanê waliyê bakurê Kerdevan lîwa Teyîp Abdallah ragihand ku hejmara kuştiyên di bûyera duşemê li bajarê Ebydê qewimî de, gihaşt 5`an û piraniya wan xwendekar in.

(eh)


Mijarên Din