El-Burhan: Em ji bo îmzekirina lihevkirina siyasî amade ne

Serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê Abdulfetah El-Burhan got tu xwestekên meclisê di berdewamkirina destihlatê de tune ne. Her wiha got ew ji bo lihevkirin û îmzekirina lihevkirineke siyasî amade ne.

Li gorî rojnameya El-Ehram a Misrê ku serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê Abdulfetah El-Burhan destnîşan kir ku tu pêşbazî di navbera hêzên leşkerî û destekdayîna lezgîn de tune ye. Her wiha diyar kir ku artêş û hêzên destekdayîna lezgîn ku bi fermanên hêzên leşkerî dixebite, tune ye.

Der barê derbeyên dawî li Sûdanê El-Burhan diyar kir ku kesên ku dixwestin derbeyê çêbikin alîkarî ji partiyên siyasî her wiha partiya Tevgera Islamî û Kongreya Nîştiman xwestin. El-Burhan got çi aliyê ku dixwaze jinûve lihevkirin li ser lihevkirina siyasî de çêbibe dixwazin wan derbasî rêyên ne zelal bike.

El-Burhan diyar kir ku meclisa leşkerî ji bo lihevkirin û îmzekirina lihevkirineke siyasî amde ye her wiha got derengmayîna di îmzekirina lihevkirina siyasî de gelek pirsgirêk û aloziyên derxîne hole û lihevkirina siyasî dê belgeyeke destûrî ji welêt re ava bike.

El-Burhan got hemû saziyên dewletê endamên girêdayî rêxistina Kongreya Niştîmanî hene û nikarin saziyên ji hemû kesên girêdayî rejîma berê, paqij bikin.

Tê zanîn ku roja sêşemê piştî bûyerên bi êş ku li wîlayeta Kerdevan a bakurê welat çêbûn û di encama wê de hejmarek ji xwendekaran hatin kuştin, ji roja Çarşemê de xwendin li hemû wîlayetan hat sekinandin.

(bx)


Mijarên Din