El-Beyan: Penaberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê êdî ji Erdogan re nabin mal

Rojnameya El-Beyan a Îmaratê tekez kir ku penaberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê di demên dawîn de ji aliyê desthilata Tirkiyê ve rastî kiryarên tund tên.

Rojnameya El-Beyan a Îmaratê bergiriyên tund ên desthilata Tirkiyê yên li dijî penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê şopandin û gotinên penaber A.M. ku nêrînên xwe der barê metirsiyên ji siyaseta Tirkiyê de anîn ziman, ragihandin. A.M. wiha got: "Daxuyanî û bergiriyên dawîn metirsiyê ji me re çêdikin."

Rojnameyê wiha nivîsand: "Dosyaya penaberên Sûriyê, di qada hundirîn de deng veda, ji ber vê yekê bandor li rewşa aboriya Tirkiyê kir û rêjeya betaliyê zêdetir bû. Di encamê de welatiyên Tirkiyê li hemberî penaberên ji Sûriyê bi kîn bûn û di qada siyasî de, ji aliyê AKP`ê û partiyên muxalîf ve bi mekanîzmayên cuda hatin bikaranîn.”

Dosyaya penaberên Sûriyê ji aliyê derve ve hêj wek bargiraniyek û fişara Tirkiyê li ser dewletên Rojava ye. Dibe ku ev yek ji bo dosyaya penaberan, her wiha têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê, aloziya Tirkiyê bi Yekitiya Ewropayê re û ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê jî gavek be.

Rojnameya El-Beyan bergiriyên dawîn ên li dijî penaberan li bidawîkirina sûdwergirtina Tirkiyê ji van penaberan vedigerîne û wiha got: "Dosyaya penaberan ji bo Tirkiyê êdî nema sûdê dide, lê dibe ku rêya îstismarkirinê vekirî be."

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Bi kîna welatiyên Tirkiyê li hemberî penaberan, êdî dosyaya penaberan ji bo Tirkiyê bi girêk û krîz e."

Têkildarî mijarê lêkonînerê kar û barên Tirkiyê yê Navenda Ihram a lêkolînên siyasî û strajetîk Kerem Sayîd ji rojnameya El-Beyan re diyar kir ku ev yek ji hewldanên Tirkiyê yên tehrîkkirina dozên nû, ne qut e û bi rêya vê yekê dikare fişara Amerîkayê û cezayên ku piştî S-400 ên Rûsyayê wergirtiye, li ser Enqerayê hatine ferzkirin, nas bike. Her wiha dibe ku dosyaya penaberan wek "Êrîşên bi Yekitiya Ewropayê re, piştî aloziya  gera Tirkiyê li Deryaya Spî li gazê û cezayên dawîn ên Ewropayê derketin holê" were dîtin û di encamê de Tirkiye bi Yekitiya Ewropayê re hewldana vekirina diyalogên nû dike. Bi vê yekê dibe ku rastî pirsgirêka ferzkirina cezayan were."

Têkildarî armancên Tirkiyê rojnameya El-Beyan wiha ragihand: "Di halê hazir de Tirkiye bi rêya penaberan hewl dide fişarên li ser xwe kêm bike. Bi rastî jî di demên dawîn de Ewropa ferzkirina cezayan kêm kir û di encamê de Tirkiyê di demekê de ku Ewropa bi awayekî berbiçav ji bo rê li pêşiya penaberan bigire xwe dispêre Tirkiyê, dixwaze dosyaya penaberan teşîr bike. Her wiha Tirkiye dixwaze ji Ewropayê re bibêje "Ji bîr nekin, em dikarin sînor ji penaber û koçberên neyasayî re vekin."

(eh)


Mijarên Din