El-Asî: Em hebûna hêzên parastina aştiyê yên navdewletî qebûl dikin

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî got, ew hebûna hêzên parastina aştiyê yên navneteweyî li herêmê qebûl dikin û hebûna dewleta Tirk a dagirker qebûl nakin. Li ser vê esasê Hêzên Sûriye Demokratîk ji herêma Serêkaniyê vekişiyan.

Hevserokê Desteya Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî der barê geşedanên dawîn li herêmê de ji ajansa me axivî.

Zêdan El-Asî di destpêkê de got: "Wek Rêveberiya Xweser ji bo rawestandina  rijandina xwînê me agirbest erê kir, lê artêşa Tirk û çeteyên wê lihevkirin binpê dikin."

El-Asî destnîşan kir ku di dema ku agirbest li herêmê hate ragihandin artêşa  Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topavêjan û bi balafiran êrîşî herêmê kir û 17 sivîl li gundewarê Serêkaniyê qetil kirin. 

Zêdan El-Asî helwestên navdewletî rexne kir û got: "Rawestandina şer bi rêya daxuyaniyan têrê nake. Divê helwestek navdewletî cidî bi taybet ji hêla NY`î ve ji bo rawestandina vî şerî tirajedîk hebe. Endamê NATO`yê pêşkettirîn çekan li beramberî komek bi çekên sivik li berxwe didin bi kar tîne. Malên sivîlan şewitandin û bi hovantirîn rêbazan heta ku DAIŞ`ê derbas kir sivîlan qetil kirin."

El-Asî destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide demografiya herêmê biguhere û şêniyan bide koçberkirin û wiha domand: "Îro şêniyên herêmê li kolan û dibistanan dimînin. Tu parastgehên wan tune ye. Tirkiyê armanc dike demografiya herêmê biguhere."

Têkildarî hewldanên dewleta Tirk a dagirker di bicihkirina malbatan ji herêmên cuda di herêmê de mîna ku li Efrînê kiriye û demografiya wê guhertiye, El-Asî destnîşan kir ku berê jî gotine ew vî tiştî qebûl nakin û piştgiriya vegera şêniyên herêmê yên resen dikin.

El-Asî desteka hebûna hêzên parasatina aştiyê li herêmê kir.

Girêdayî vekişîna Hêzên Sûriye Demokratîk ji bajarê Serêkaniyê Zêdan El-Asî got: "Me li ser herêma ewle bi navbeynkariya misogerkerê Amerîkayê erê kir. Lê xuyaye Tirkiyê aliyê xwe ji lihevkirinê pêk nîne. Eger me herêma ewle erê kir lê em hebûna Tirkiyê li herêmê qebûl nakin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din