Ekrem Hiso: Divê nêrînên di panelên MSD`ê de di desteyên Rêveberiya Xweser de pêk bên

Ekrem Hiso panelên ku MSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe, nirxandin û destnîşan kir ku guhdarkirina nêrînan tenê ne bes e û piştrast kir ku nêrînên ku hatine pêşniyarkirin divê bi awayekî pratîkî di kar û xebatên Rêveberiya Xweser de pêk bên.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) amadekariyên lidarixstina kongreyeke neteweyî ya hemû pêkhate û şêniyên herêmên Cizîr û Firatê dike. Armanc ji kongreyê ew e ku beşdarbûna pêkhateyan di Rêveberiya Xweser de xurttir bibe û rêveberî ji hêvî û armancên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî gelê Sûriyê re bibe bersiv.

Di vê çarçoveyê de, MSD`ê ji 11`ê Îlona borî ve li gelek bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzepanel li dar xistin. Hemû pêkhate û beşên civakê beşdarî panelan bûn û tê payîn ku panelên din ên bi vê rengî bên lidarxistin.

Girêdayî mijarê, ANHA’yê bi serokê berê yê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ekrem Hiso re ku beşdarî gelek panelan bûbû, hevpeyvînek çêkir.

Di demên dawîn de Meclisa Sûriya Demokratîk li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek panel li dar xistin. Hûn jî di gelek panelan de amade bûn. Nêrîna we li ser girîngî û navaroka van panelan çi ye?

Ev gava mezin a MSD`ê û saziyên wê di vê qonaxê de avêtiye, ji gavên sereke yên ji bo aktîfkirina Rêveberiya Xweser û rastkirina şaşî û kêmasiyên ku di rêveberiyê de derketine. Helbet tu aliyên li Sûriyê çi opozîsyona Sûriyê ya derve ku êdî bûye amûrek di destê dewleta Tirk de, çi jî opozîsyona hundirîn an jî rejîma Sûriyê ku guh nade tu kesî, hêza wan tune bû ku gaveke bi vî rengî biavêjin. Ev însiyatîfa Meclisa Sûriya Demokratîk ya bi hevkariya Rêveberiya Xweser rê li pêş beşdarbûna aktîf a li ser esasê wekheviya di navbera hemû pêkhateyên siyasî, civakî, etnîkî û olî de vekir. Ji lew re, ev yek ji gavên sereke, girîng û pêwîst e di vê qonaxê de ber bi qonaxa din ve ku dê bibe bingeha avakirina Sûriyeke nû ya ji bo hemû gelên Sûriyê.

Hûn asta beşdarbûna van panelan çawa dinirxînin?

Li Hesekê, Qamişlo, Minbic, Reqa, Kobanê û li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek panel hatin lidarxistin. Gelek aliyên cuda yên ji pêkhateyên Ereb, Suryan û Şîşan, kesên cihê xwe di Rêveberiya Xweser de digirin, kesayetên qedirbilind wekî partî yan saziyên ku heta niha beşdarî Rêveberiya Xweser nebûne û xwedî nêrînên cuda bûn, beşdarî van panelan bûn. Ji lew re, panelên bi vî rengî rê li beşdarbûna wan aliyan û guhdarkirina nêrînên wan, qebûlkirina pêşniyarên ku bi awayekî cidî û li ser esasê rexnekirinê û neteşhîrkirinê hatine pêşniyarkirin, vekir. Ji ber wê yekê, vê beşdarbûnê nêrînên Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ên girêdayî pêşxistinê, dewlemendtir kirin. Beşdarbûna van pêkhateyên ku heta niha beşdarî saziyên Rêveberiya Xweser nebûne, ji bo rejîma Sûriyê û opozîsyona Sûriyê ya hundirîn û derve, ji bo ajandeyên herêmî ku hewl didin îstiqrar û aramiya li herêmê bi rêya xerabkirina saziyên Rêveberiya Xweser têk bibin, nameyeke siyasî ya xurt bû.

Mijarên sereke ku beşdaran li ser nîqaş kirine, çi bûn?

Min di 11`ê Îlonê di panela li Hesekê û di panelên din de jî semînerek li ser Rêveberiya Xweser da. Ez dibînim ku mijar li ser du beşan bûn; ya yekemîn têkiliyên civakî yên di navbera şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî Ereb, Suryan, Ermen, Kurd û Şîşan û hemû pêkhateyên din de. Ya duyemîn jî, Rêveberiya Xweser û rêbazên pêşxistina wê, armanc û astengiyên li pêş wê ne.

Ji destpêkirina avakirina Rêveberiya Xweser di 21`ê Çileya 2014`an de, armancên wê di radeya yekê de armacên nîştimanî yên ji bo avakirina Sûriyeke nû ji hemû gelê Sûriyê re ne, ne wekî hin alî îdia dikin ku Rêveberiya Xweser xwedî projeyeke veqetînê yan projeyeke taybet bi Kurdan e. Na, ew projeyeke ji hemû pêkhateyên Sûriyê re, armacên wê armancên nîştimanî yên Sûrî ne ji bo parastina xak û yekitiya gelê Sûriyê ye. Astengiyên li pêş rêveberiyê jî, astengiyên derve yên girêdayî doza siyasî û ewlehiyê, gefên yekser ên hêzên herêmî û komên girêdayî van hêzên wekî Tirkiye, Îran û heta Rûsya, her wiha hin mijarên din ên girêdayî astengiyên derve.

Astegiyên hundirîn jî ji ber pêşketina bilez a Rêveberiya Xweser a di 4 an 5 salan de, derketin.

Îro Rêveberiya Xweser zêdetirî ji sêyan yek ji rûbera Sûriyê ji aliyê niştecih, berhemdarî û rûbera cografî de, bi rê ve dibe. Ji lew re û tevî lawazbûna kadroyan an asta xwendina akademî û dijberiya aliyên din ji Rêveberiya Xweser re jî, her wiha tevî kêmasî û astengiyên heyî û yên hundirîn jî, lê belê Rêveberiya Xweser di salên piştî damezirandina wê de hêza xwe ya birêvebirina van herêman îspat kir.

Nameyên ku ji nîqaşên panelan derketine, çi bûn?

Gelek xal hatin pêşniyarkirin, ji wan berfirehkirina beşdariya di Rêveberiya Xweser de bû. Hin alî ji Ereb, Suryan, Ermen û heta Kurd heta niha beşdarî Rêveberiya Xweser nebûne. Hemû beşdarên panelan tevî cudabûna nêrînên wan ji nêrînên Rêveberiya Xweser jî, li ser berfirehkirina beşarbûna siyasî û civakî di Rêveberiya Xweser de li hev kir.

Gelek daxwaz an jî pêşniyar di van panelan de li ser aktîfkirina saziyên Rêveberiya Xweser bi şêweyekî baştir hatin kirin. Ev aktîfkirin di gelek xalan de pêk tê. Wekî me got, ji ber pêşketina lezgîn a Rêveberiya Xweser hin valahî tê de derketin û derfetên mirovî û madî yên Rêveberiya Xweser vala çûn. Ji lew re, dagirtina van valahiyan pêwîst e.

Li aliyekî din israr tê kirin ku hevsengiyeke giştî ji bo berhemdariyên herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê amadekirin û ev hevsengî li ser desteyan were belavkirin anku bibe mezaxtina desteyan.

Hin daxwazên din ên mîna mijara karmendbûnê hebûn. Tevî ku Rêveberiya Xweser nikare bigihêje rêjeya aktîfkirina fermî ya karmendbûnê ku yek ji şertên fermî yên saziya xebatên ya navneteweyî ye ji bo pêkanîn an aktîfkirina projeya geşkirina aborî yan geşkirina civakî ku Rêveberiya Xweser jî hewl dide wê yekê pêk bîne. Tevî ku rêjeya karmendbûnê kêm e jî, newekhevî ji aliyê pisporî û erkan ve heye. Ev daxwazeke girîng a beşdarên panelan bû, çi yên cihê xwe di Rêveberiya Xweser de digirin çi jî yên beşdarî rêveberiyê nebûne.

Gelo dê ev panel di xurtkirina têkiliyên biratiyê û hevgirtina pêkhate û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, zêdekirina hevgirtina nîştimanî û avakirina baweriyê di nava tevahî gelê Sûriyê de, roleke çawa bilîzin?

Mijara bingehîn a van panelan, diyaloga civakî ya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bû ya piştî 10 salan ji aloziyê. Ev yek ji her kesî ve xuya ye. Hemû vê mijarê dizanin. Mijara eşîr an pêkhate yan jî rêxistinên siyasî heye. Di dirêjahiya 10 salên ji aloziya Sûriyê yan şoreşa Sûriyê yan jî çi nav lê tê kirin, di sazmaniya rêxistinên siyasî, eşîr an pêkhateyên civakê de parçebûneke mezin çêbûn. Ew bi sedema destwerdanên herêmî, hundirîn û cîhanî ye. Em dibînin ku hin eşîr di nava xwe de parçe bûne, hin ji van eşîran alîgirên Îranê û hin jî alîgirên Rûsya ne, hinek jî alîgirên hikumeta Şamê û hinek alîgirên opozîsyona li Tirkiyê ne, hin jî alîgirên dewleta Tirk bi xwe ne. Heta rêxistinên siyasî êdî parçe bûne ji ber destwerdanên herêmî û dirêjbûna temenê aloziya Sûriyê .

Panelên ku MSD’ê li dar xistine, pêngaveke bihêz, cidî û baştirîn e ku eşîr û pêkhateyên siyasî li hev kom bike û van valahî û binpêkirinên di gewdeya pêkhateyên civakî û siyasî de çêbûn dagire. Bi wê yekê re pêşniyarên ku MSD’ê di panelan de kirine, armanc jê yekkirina eşîran, yekkirina pêkhateyên etnîkî û olî û siyasî ye. Ji ber dirêjbûna aloziya Sûriyê, destwerdanên herêmê û navneteweyî parçebûn çêbû.

Nêrînên ku MSD’ê pêşniyar kirine, ji bo yekkirina pêkhateyan in da ku bingehek bê damezirandin ku bibe destpêkirina yekitiyê. Her wiha ji bo avakirina bingeheke mezin ku li hember destwerdanên herêmî, hikumeta Şamê û Rûsyayê bisekine. Ji ber ku ew hewl didin ajandeyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bînin.

Cenabê te yekemîn serokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê bû ku di 2014`an de hatibûn erkdarkirin. Di çarçoveya vê tecrubeya we de, ev panelên ku gelek pêkhate beşdar dibin dê çawa bikarin Rêveberiya Xweser bi pêş bixin?

Ji destpêka Rêveberiya Xweser ava bûye û heta niha, rewş, mijar û beşdarbûn hatin guhartin. Mezinahiya xebat û barên li ser Rêveberiya Xweser bi rêjeyeke mezin hatin guhartin. Ev panel bêguman dê Rêveberiya Xweser aktîf bike, şaşiyan sererast bike û kêmasiyên wê derbas bike. Pêwîst e ev panel bi awayekî pratîk di xebat û qanûnên Rêveberiya Xweser de bên pêkanîn. Anku guhdarîkirina li mirovan tenê ne bes e, ev pêşniyar û fikrên avaker ên ji bo pêşketina Rêveberiya Xweser hatine pêşkêşkirin, divê bikevin pratîka xebatên Rêveberiya Xweser û çalakiyên wê. MSD’ê êdî bûye navgîna di navbera pêkhateyên civakî û siyasî ji aliyekî ve û Rêveberiya Xweser ji aliyekî din ve. Ji lew re divê MSD`ê van fikran bi Rêveberiya Xweser re parve bike û bixe meriyete da ku rêveberî kêmasî û rexneyan derbas bike.

Gelo Rêveberiya Xweser dikare fikrên di panelên MSD`ê de derketine, pêk bîne û çi jê tê xwestin?

Rêveberiya Xweser bi awayekî giştî beşdar bû, hin nûnerên Rêveberiya Xweser di panelan de beşdar bûn. Pêşniyarên hatine kirin di rapor an jî dosyayên taybet de hatin nivîsandin. Dê ji aliyê komîteyên taybet ên Rêveberiya Xweser û MSD’ê ve bên lêkolînkirin. Li gel wê kongreyeke giştî ya van panelan heye. Panel li ser asta erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine lidarxistin dê di kongreya giştî de bên şîrovekirin.

Dê ev kongre fikran nîqaş bike û tevahî nêrînên di panelan de bi awayekî serbixwe bên pêşkêşkirin. Divê Rêveberiya Xweser li gorî pratîka wê berpirsiyar be û tevahî pêşniyarên di panelan de hatine kirin pêk bîne.

Gelo ev panel çawa dikarin di danîna zemîna lidarxistina kongreyeke nîştimanî ji bo gelê Sûriyê de rolekê bilîzin, nemaze piştî ku opozîsyona derve xwe spart ajandeyên derve?

Wekî me destpêkê got, opozîsyona Sûriyê ya hundirîn û derve, îspat kir ku nikare mîna van panel û çalakiyan li ser asteke berfireh a herêmên ku serweriya wan kiriye, li dar bixe. Di encamê de ev panelên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê zemîna lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya berfireh ji bo hemû pêkhateyên civakî, etnîk, olî yan pêkhateyên siyasî be, deyne. Da ku zemîneke bihêz ava bibe ku ji pirsgirêkên ku ji ber destwerdanên herêmê derketine re, bibe çareserî. Lewra divê hevgirtineke baştir û bihêztir were avakirin û beşdarkirin were berfirhekirin da ku beşên ku heta niha beşdar nebûn, beşdar bibin.

Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser di van panelan de yên di çarçoveya kongreyeke nîştimanî û giştî de gelek nêrîn kom kirin. Ev kongre ji opozîsyona xwe spartiye Tirkiyê û opozîsyona hundir a li Şamê ya ku bi biryarên rêjîma Sûriyê ve girêdayî ye, nameyeke nîştimanî ya Sûriyê ya xurt e.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser wek çareseriya aloziya Sûriyê ya bigirêk dibînin. Gelo pêşxistina Rêveberiya Xweser bi taybet û encamên van panelan bi giştî dikare zemîna çareserkirina aloziya Sûriyê deyne?

Helbet rejîma Sûriyê ji 2012'an ve heya niha tiştek nû ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê pêşkêş nekiriye. Her wiha opozisyona Sûriyê ya girêdayî ajandeyên herêmî, çi Tirkiyê, Îran an jî Rûsya be, tu bernameyên siyasî ku Sûriyê û welatiyên wê rizgar bike pêşkêş nekirine. Di encamê de Rêveberiya Xweser a ku di 21'ê Çileya 2014'an hate avakirin bi rêveberiya gel, siyasî û aborî bi lez berfireh bû û zêdetirî 1/3 erdnîgariya Sûriyê girt nav xwe. Vê rêveberiyê serkeftin û çalakbûna xwe di avakirina zemîna pêşeroja Sûriyê de îspat kir.

Rêveberiya Xweser projeyek siyasî ya nîştimanî ya Sûriyê ye û ne ezmûnek e. Ji ber vê yekê piştî 6 salan ji mezinbûna lezgîn a Rêveberiya Xweser, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Çeçen, rêxistinên siyasî û heta pêkhateyên olî ji Sûriyê, cîhanê û hêzên herêmî re îspat kir ku projeya wan projeyeke neteweyî ya Sûrî ye ku dikare Sûriyeke nû ji bo hemû gelê Sûriyê ava bike.

(cx-fr)

ANHA


Mijarên Din