Ehmed Xoce: Armanca komploya 9‘ê Cotmehê tunekirina kurdan bû

Endamê Rêveberiya Giştî ya PYD‘ê Ehmed Xoce got,  armanca komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de tunekirina teşeyên pêşktina siyasî ya kurdî li herêmê ye û wekî beşek ji "Rêkeftina Adaneyê" bi nav kir.

Endamê Rêveberiya Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce têkildarî komploya navnetewî ya 9‘ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji ANHA‘yê re axivî.

Ocalan di 9`ê Cotmeha 1998`an de bi komployeke navnetewî ji Sûriyê  hate derxistin û di 15`ê Sibata 1999`an de li paytexa Kenya Nairobi hate girtin û radestî hikûmeta Tirk hate kirin.

Roja 9`ê Cotmehê salvegera 21`an a komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e ku bi derketina wî ji Sûriyê destpê kiriye.

Gelek dewlet tev li plankirina komployê bûn

Ehmed Xoce di destpêkê de got gelek dewlet tev li pêkanîna komploya navnetewî bûn ya ku ji bo dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan hatiye plankirin.

Xoce destnîşan kir ku dewletên ku berjewendiyên xwe di komployê de dîtine ev in; Îsraîl, Tirkiyê, Misr, Amerîka tevî dewletên ewropî mîna Brîtanya û Yewnanistanê ne û wiha domand: "Dewleta Tirk ji berê ve nehişt tevgera siyasî ya kurdî mezin bibe û azadiya kurdan pêk were. Lew ra dema Abdullah Ocalan pêşengiya vê tevgerê kir, Tirkiyê hewl da bi tevahiya rêbazan tune bike."

Lihevkirina Adanayê beşek ji komployê ye

Xoce destnîşan kir ku berjewendiyên dewletên dagirkerên axa Kurdistanê di tunekirina tevgera siyasî ya kurdî de gihaştin hev. Ji ber wê ew dewlet li ser pêwîstiya lidarxistina peymanên dijberî gelê Kurdî li hev kirin.

Ehmed Xoce diyar kir ku lihevkirina Adanayê beşek bingehîn ji komployê ye. Ev lihevkirin di navbera Rejîma Sûriyê û hikumeta Tirkiyê de wê demê li dar ket. Xoce îşaretpê kir ku ew berjewendî îro bi rêya gefên Tirkiyê yên dawîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaştine hev.

Gelê Kurd hîma ku komplo şikandiye

Di berdewama axaftina xwe de endamê Rêveberiya PYD‘ê destnîşan kir ku tevgera rizgariya Kurdistanê xwe spart gelê xwe, ji ber wê serkeftin para wê bû û ruxmî tevahiya komplo û siyastên ku wê dikin hedef pêşket.

Xoce wiha berdewam kir: "Zemîna gel a tevgerê li tevahiya herêmê hişt ku tevger karibe hemû plan û komployan bişkîne."

Tecrîd berdewama komployê ye

Di berdewama hevdîtinê de Xoce bal kişand ku Rêber Abdullah Ocalan ne kesayetek normal e û Tirkiyê baş wê dizane û wiha domand: "Ji ber ku Ocalan li paş dîwarên girtîgehê gel bi tevahî bi rêve dibe, ew jî Tirkiyê ditirsîne. Ji ber wê hewl dide bi tevahiya rêbazan wî ji gelê qut bike."

Xoce ev tişt destnîşan kir: "Yek ji armancên wê komployê; çewisandina fikr û felsefeya Ocalan e, ji ber wê nameyên ku Ocalan dide qedexe dike. Tirkiyê baş dizane wateya birêvebirina gel ji girtîgehan çi ye."

 ‘Em dikarin siyasetek erênî bi dewletên ku tev li komployê bûne bidin meşandin‘

Endamê Rêveberiya Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk di hevdîtinê de got: "Em niha projeya neteweya demokratîk bi rêve dibin. Tu hişkbûnek siyasî ji aliyê me ve tune ye. Lew ra divê wateya demokrasiyê niha bê naskirin. Ji ber ku tu sînorên erdnîgerî yên vê projeyê tune ne. Em dikarin bi tevahiya aliyên ku aştiyê armanc dikin re bidin û bistînin. Projeya neteweya demokratîk; birêvebirina gel xwe bi xwe ye, ew projeyek ne girêdayî gelekî ye. lewra em nikarin bi siyaset hişk vê projeyê pêş bixin."

Dijminahiya domdar a hikumetên Tirkiyê ji gelê Kurd re

Di vî warî de Xoce got: "Kirinên dewleta Tirk der heqê gelê Kurd de ne exlaqî ne û nayên qebûlkirin. Ew hewl dide nasnameya çandî ya kurdî li tevahiya Kurdistanê qir bike. Hikumeta Tirk niha parlamenterên Kurd ên ku bi azadî û demokratîk li bajarê Kurdî gihaştine perlemanê digire."

Xoca wiha pê de çû: "Ne tenê li Bakurê Kurdistanê lê belê li herêma Başûrê Kurdistanê jî em dibînin ku hikumeta Tirk nahêle heta ala kurdî were hildan."

Di dawiyê de Xoca bang li gelê Kurd kir ku li rex şervanan bisekinin hate aştî li tevahiya herêmê belav bibe û got: "Ev komplo hîna hene û bê yekrêziya refa kurdî naşkin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din