Ehmed Esed: Çareserî diyaloga Sûrî-Sûrî ye

Endamê buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê herêma Cizîrê Ehemd Esed  got: “Tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê di diyaloga Sûrî- Sûrî de ye.”

Di demeke ku aliyên navdewletî û herêmî destwerdana aloziya Sûriyê dikin, civînên navdewletî di çareseriya aloziya Sûriyê de bi bin ketin. Lewma bangên diyarlogên Sûrî-Sûrî zêdetir dibin û bi vê yekê çareseriya aloziya Sûriyê misoger dibe.

Têkildarî aloziya Sûriyê endamê buroya Rêxistinî yê Partiya Sûriya Pêşerojê yê şaxê herêma Cizîrê Ehmed Esed ji ajansa me re axivî.

Ehmed Esed wiha dest bi axaftina xwe kir: “Hêzên navdewletî û herêmî yên ku îdîayên çareseriya aloziya Sûriyê dikin, tenê ji bo berjewendiyên xwe ne. Tekane rêya aşîtî û demokratîbûnê diyalogên Sûrî-Sûrî ne. Li gel vê yekê civînên li derveyî welat bi armanca çareseriya aloziya Sûriyê tên lidarxistin, dê ti encaman bi xwe re neyînin.”

Esed bal kişand ser destwerdanên dewletên derve di Sûriyê de û wiha pê de çû: “Sedema sereke ya ku hişt aloziya Sûriyê çareser nebe destwerdana dewletên derbe ne. Destwerdana ji derve bû sedem ku gelên herêmê werin qetilkirin, herêm bê talankirin û gel koçber bibin.”

Esed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sedema sereke ya aloziya Sûriyê ye û got: “Isbata vê yekê hem li Xota, Heleb û hem jî li Idlibê destwerdana pirsgirêkên heyî dikir û hişt ku bigihêje vê astê. Li gel vê yekê rasterast êrişî herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û sivîlên herêmê koçber kir.”

Ehmed Esed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Çareseriya aloziya Sûriyê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî misoger dibe. Lewma divê hêzên Sûriyê yên ku destên wan di qetilkirina gelên Sûrî de tune ne, li hev kom bibin. Ji ber gelên Sûriyê gelekî aştîxwaz in.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din