​​​​​​​Ehmed Erac: Tirkiye bêyî Rûsya û DYA’yê êrişeke nû nade ber çavan

Sekreterê Giştî yê Partiya Hevbendiya Demokratîk a Sûriyê Ehmed Erac destnîşan kir ku îhtîmala êrişeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve bêyî erêkirina Rûsya û Amerîkayê dûr e.

Yên ku rewşa meydanî li herêma Idlibê dişopîne pêşîn asta pêşbaziya Rûsya û Tirkiyê ji bo bidestxistina herêman dibîne, lê nêrîna herêmê bi ya navneteweyî ve têkildarî deverên hevpar ên şer hatin guhertin. Di vir de jî asta lihevkirinên jeostratejîk wekî hevalbendên Rûsya û Tirkiyê li erdê dixuye.

Sekreterê Giştî yê Partiya Hevbendiya Demokratîk a Sûriyê Ehmed Erac di hevdîtinekê ligel ANHA'yê de pêşketinên dawî yên bajarê Idlibê nirxandin.

Erac destnîşan kir ku ji ber cemidandina çareseriya siyasî çi ji aliyê hikumeta Şamê be û çi jî ji aliyê opozisyonê ve rewşa siyasî ya li Sûriyê hatiye bipaşxistin.

Ehmed Erac destnîşan kir heger tevahî "Opozisyonê" di bin banê Meclisa Sûriya Demokratîk de wê hingê opozisyoneke hebe ku di pêşerojê de bi hikûmeta Sûriyê re serî bikişîne û pê re biçe Cinêvê.

Erac bal kişand ser hilbijartinên Amerîkayê û bandora wê li ser siyaseta li herêmê û got: "Hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di vê demê de dê ji aliyê hemî aliyan ve rawestanekê bi xwe re da ku encamên hilbijartinê û bertekên wan li ser qada siyasî bizanin, her wiha ji bo ku careke din nîqaşên derbarê çareseriyeke siyasî dest pê bike."

Ehmed Erac anî ziman ku ew di Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê hêvî dikin ku çareserî bi sponseriya navnetewî li Şamê be û hemû aliyên çalak ên hundirê Sûriyê wekî partiyên muxalefeta hundirîn beşdar bin. Erac desntîşan kir ku li gorî nêrîna siyasî dibînin ku rewş ber bi Cinêvê ve diçe.

Li ser rewşa meydanî ya Idlibê, rêya M4, lihevkirinên Astana, vekişandina Tirkiyê ji nuqteyên Morik û yên dîtir Erac diyar kir ku ev hemû bi zexta Rûsyayê pêk hatin da ku rêya Heleb- Laziqiyê were vekirin û wiha domand: "Destpêkê Tirkiyê bi navê mijarên mirovî û koçber hene ku zextê lê dikin, vekişandina hêzên xwe ji wan herêman red dikir, wê demê Ewropayê mudaxele dikir û nedihişt Rûs û hikumet ber bi Idlibê ve pêş de biçin."

Ehmed Erac da zanîn ku Tirkiye neçar e piştî tunekirina hebûna komên terorîst ji wan herêman vekişe û wiha dom da axaftina xwe: "Li gorî lihevkirinên Astanayê, Tirkiye neçar e ku piştî tunekirina komên terorîst ji wan nuqteyan vekişe.

Sedema vê vekişandinê nêzîbûna Rûs-Ewropî ye. Di demên dawî de bi serkêşiya Fransayê guhertinên siyasî di qada Ewropayê de çêbûn û bi aliyê Rûsyayê re li hev kirin da ku zextê li Tirkiyê bikin. Vê yekê hişt ku Îran, Rûsya û Hikumeta Şamê zextê li Tirkiyê bikin."

Erac destnîşan kir ku name û nîşaneyên ku aliyê Rûsî şandine, êriş bû ku bi sedan endamên komên terorîst ên tundraw hatin kuştin ku Tirkiyê nedikarî dawiya wan bîne û got: "Em nîqaşên kongreyên Asanayê ji bîr nekin ku li gorî wê diviyabû rêxistinên terorîst werin tunekirin, lê heger Tirkiyê nikarîba ev soz bi cih baniya wê Îran û Rûsyayê mudaxele kiribana."

Erac îşaret pê kir ku piştî zextan, Tirkiyê sûd ji şerên li ser asta navneteweyî heger li Lîbya be ya Azerbaycanê be girt û destnîşan kir ku hewcedariya Tirkiyê bi terorîst û çeteyan heye da ku wan tevlî şer bike, bi vê yekê wê hem ji rêxistinên li Idlibê xilas bibe û hem jî ajandeyên xwe li herêmê pêk bîne.

Ehmed Erac diyar kir ku lihevkirinên Tirkî û Rûsî ji bo parvekirina herêmên şer lê hene, jib o vê jî hewcehiya wan bi bikaranîna komên terorîst heye.

Erac destnîşan kir ku îhtîmala êrişeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve bêyî erêkirina Rûsya û Amerîkayê dûr e.

Sekreterê Giştî yê Partiya Hevbendiya Demokratîk a Sûriyê Ehmed Erac di dawiya axaftina xwe de got, ew jî bi çareseriya siyasî li Sûriyê dixebitin ku hemû hêzên laîk tê de beşdar bin. Her wiha heger terora Tirkiyê neyê sînordarkirin wê veguhere rengekî din ên DAIŞ'ê ku dê ewlehiya herêmî û navdewletî bixe xeterê.

ANHA


Mijarên Din