​​​​​​​Ehmê: Her rageşiyek leşkerî yan siyasî dê bandoreke neyinî li hewldanên yekîtiyê bike

Loqman Ehmê anî ziman ku her rageşiyek siyasî yan leşkerî di vê pêvajoyê de di navbera hêzên Kurdî de dê bandoreke neyinî li hewldanên yekîtiya kurdî bike û got: "Hemû nakokî dikarin bi diyalogê çareser bibin."

Derbarê aloziya li herêma Zînî Wertê ya başûrê Kurdistanê  û girîngiya avakirina yekîtiya kurdî serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Loqman Ehmed ji ANHA‘yê re axivî.

Ehmê diyar kir ku gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê hewcedarê yekîtiyê ye û destnîşan kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê bêyî tu lihevkirin bi hêzên din ên Kurd re hêzên xwe li herêma Zînî Wertê bi cih kir, ev yekê dê bandoreke neyinî li hewldanên yekîtiya kurdî bike.

Ehmê hêvî kir ku hêzên siyasî yên kurdî yên Kurdistanî bi giştî li ser maseyeke diyalogê kom bibin, nakokiyên xwe yên biçûk û mezin deynin aliyekî û gavên hevpar bavêjin da ku derfet ji dijminên kurdan re nemîne yên ku îrade û hebûna Kurdan dikin hedef.

Ehmê destnîşan kir ku dagirkerên Kurdistanê sûdê ji nakokiyên hêzên Kurdî digire û hewl dide nehêle yekîtiya netewî ya Kurdistanî were avakirin û wiha pê de çû: "Dema niha hersê dewlet Iraq, Sûriyê û Îran bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî mijul in, Tirkiyê hewl dide sûdê ji nakokiyên di navbera hêzên kurdî de bigire da ku planên xwe yên mêtîngeriyê pêk bînin."

Têkildarî tevliheviya li herêma Zînî Wertê û bandora wê li hewldanên yekîtiya netewî ya Rojava Loqman Ehmê anî ziman ku her nakokiyek di navbera hêzên kurdî de li her parçeyeke Kurdistanê bandoreke neyinî li yekîtiya netewî ya di navbera aliyên siyasî dike. Ehmê bang li hêzên kurdî kir ku bi diyalogê nakokiyên xwe çareser bikin.

Loqman Ehmê di berdewama axaftina xwe de eşkere kir ku hin hewldan ji aliyê hêzên Kurdî ve hene da ku bi dewletên dagirkerên Kurdistanê re nîqaş bikin ji bo mafên gelê Kurd mîsoger bibe û got: "Heger nakokî di navbera hêzên kurdî de çêbibe çi nakokiyên leşkerî be yan siyasî be dê bandoreke raste rast li hewldanên yekîtiya netewî bike, divê hêzên kurdî ji vê yekê hayedar bin."

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Loqman Ehmê di dawiya axaftina xwe de got, hewcedariya gelê Kurdî ji demên din bêtir bi zimanê diyalogê û çareserkirina nakokiyan heye da ku kongreyeke netewî lidar bixin û lêvegereke siyasî ya hemû hêz û partiyên Kurdî were avakirin.

ANHA


Mijarên Din