Eger Tirkiyê êrîş bike dê bi hezaran çeteyên girtî ji bin kontrolê derkevin

Hevserokê buroya kar û barên koçber û penaberan a Rêverberîya Xweser a bakûr rojhalatê Sûrîye Şêxmûs Ehmed diyar kir ku saziyên navdewletî ji bo alîkariya kampa Holê berpirsyariyên xwe pêk nayinin. Ehmed got ku eger çi êrîşek çê bibe dê malbatên DAIŞ`ê ji bin kontrolê derkevin.

Herserokê buroya kar û barên koçber û penaberan Şêxmûs Ehmed der barê rewşa kampa Holê, bi taybet rewşa malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji ajansa me re axivî.

Ehmed diyar kir ku saziyên rêveberiyê alîkariyên pêwîst pêkêşî kampê dikin lê saziyên navdewletî berpirsyariyên xwe pêk nayinin.

Li gorî Ehmed rewşa tunduristî li kampê xerab e û gelek nexweşî belav bûne, ji ber koçberan bi xwe re gelek nexweşiyên vegir anîn û saziyên tendurisiyê nikarin dermanên hemû nexweşiyan peyda bikin.

Şêxmûs Ehmed behsa pirsgirêkên li kampê kir û diyar kir ku av kême, her wiha gelek kon kevn bûne ``lê saziyên navdewletî bersiva daxwazên koçberan nadin``.

Ehmed got ``Aşxaneyên giştî tune ne, lewma koçer neçar in ku xwarina xwe di konan de bipêjin, bi sedema wê jî gelek caran agir bi konan dikeve``.

Mijareke girîng ku Şêxmûs Ehmed behsê kir jî mijara malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên li kampê ne, ku piraniya wan jinên biyanî û zarokên çeteyan nin. Ehmed da zanîn ku eger Tirkiyê êrîşî herêmê bike dibe ku kontrolkirina van kesan pir zor be.

Şêxmûs Ehmed bang li civata navdewletî kir ku fişarê li Tirkiyê bikin da ku gefên êrîşa li dijî herêmê rawestîne, ji ber ku ev malbatên çeteyan dê bibin metirsiyeke mezin. Her wiha xwest ku civaka navdewletî di mijara avakirina dadgeheke navdewletî de piştgirî û alîgiriya rêveberiya xweser bike.

Ehmed her wiha behsa "programa vegerê`` kir û da zanîn ku plana derketina koçberan dewam dike, di vê derbarê de rêveberî bi hikûmeta Iraqê re dikeve nava têkiliyan. Her wiha dê beşek ji welatiyên Sûriyê jî yên ji herêmên Reqa, Tepqa, Minbic û gundewarên Dêrazorê jî piştî ku herêmên wan ji bermahiyên şer hatin paqij kirin, ji kampê derketin.

Herserokê buroya kar û barên koçber û penaberan Şêxmûs Ehmed diyar kir ku di demeke nêzîk de dê beşekî din ji welatiyên Sûriyê ji kampê bêne derxistin û biçin herêmên xwe.

Li gorî serhijmartina meha hezêranê li kampa Holê, 25 km rojhilatê Hesekê, zêdeyî 72 hezar koçber û penaber dijîn, ji wan 30789 wealtiyên Sûriyê ne, 10437 jî malbatên DAIŞ`ê û yên biyanî ne.

(kn)

ANHA


Mijarên Din