`Eger şer li me were ferzkirin em ê destkeftiyên xwe biparêzin`

Şêniyên navçeya  Til Hemîsê tekez  kirin ku ew gefên Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û wiha gotin: “Eger şer li me hate ferzkirin, dê gel ax, ewlehî û destkeftiyên ku bi saya fedekariyên mezin ên ciwanên herêmê hatine bidestxistin, biparêzin.”

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo, gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û daxwaza avakirina “Herêma ewle” li ser xeta sînor a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hinceta ewlehiya Tirkiyê, şermezar kirin. Şêniyan got: “Me hêvî dikir ku dewleta Tirk ji bo tunekirina terorê bi me re bibe alîkar. Ne ku ewlehiya ku bi saya şehîd û birîndarên herêmê hatiye bidestxistin bihejîne."

Şêniyê bi navê Elî El-Eayiş ê ji gundê El-Naim got: “Ji 4 salan ve bi saya fedekariyên şervanên QSD`ê em di nav ewlehî û azadiyê de ne. Lê Erdogan niha gefa êrîşan li herêmê dixwe."

Çeteyên DAIŞ`ê di dawiya 2014`an de navçeya Til Hemîsê dagir kirin û binpêkirinên hovane û dermirovî li ser şêniyan pêk anîn. YPG û YPJ`ê di Sibata 2015`an de li ser bangawaziyên şêniyên herêmê navçeya Til Hemîsê ji DAIŞ`ê rizgar kirin.

El-Eyiş diyar kir ku bi saya YPG, YPJ û QSD`ê ew ji DAIŞ`ê rizgar bûn û wiha pê de çû: “Me xwe li gorî rêgezên Neteweya Demokratîk û pergala Rêveberiya Xweser bi rêxistin kir. Em ji cîhanê re dibêjin gelo hûn gefên Tirkiyê yên li dijî ewlehiya herêmên me qebûl dikin? Em nahêlin dîsa zarok û jinên me werin kuştin."

Şêniyê bi navê Mihemed El-Şemrî  yê ji şîniyên navçeya Til Hemîsê, destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê, herêma xwe ji DAIŞ û tevahiya komên çekdar rizgar kirin û got: "Heya ku em gihaştin vê astê, me gelek azar kişandin. Tirkiye dewletek cîran e. Me texmîn dikir ku ji bo tunekirina terorê alîkariya me bike. Ne ku me tehdîd bike anjî êrîşî me bike."

El-Şemrî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha domand: “Me li pêşiya rêxistina terorîst DAIŞ`ê li ber xwe da. Em amadene li hember Erdogan jî li ber xwe bidin. Me bi xwe û têkoşîna xwe azadiya xwe bidest xist û ji bo zarokên xwe em ê wê biparêzin."

Rûspiyê bajarokê Ebû Cirn ê navçeya Til Hemîsê Ebdulmihsin El-Mitleq got: "Ji bo ewlehiya herêmê ciwanên me canê xwe feda kirin û bi saya kedên gel, hêzên me û hevgirtina me ya neteweyî em nahîlin Erdogan  desthilatdariya Osmaniyan vejîne."

El-Mitlaq destnîşan kir ku Erdogan bi rêya îdiayên xwe yên girêdayî “Herêma ewle” hewl dide komên xwe yên çekdar derbasî herêmê bike û ewlehiya herêmê bihejîne.

Di dawiyê de El-Mitlaq got: “Êdî gelê me ji şer aciz bûye. Lê eger şer li ser me were ferzkirin, gelê herêmê dê ax û destkeftiyên ku hatine bidestxistin biparêz e.”

(şx/bm)

ANHA

 


Mijarên Din