Efrîniyên li Şehbayê çawa xwe bi rêxistin dikin?

Efrîniyên ku ji ber êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê neçar man koçberî herêmên Şehbayê bibin, di kampan de di nav 132 komîn, 4 meclis û 3 şaredariyan û 8 desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de xwe bi rêxistin dikin.

Şêniyên kantona Efrînê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û komkujiyên li ser sivîlan di 18‘ê Adara 2018‘an de neçar man ku berê xwe bidin kantona Şehbayê. Efrîniyan di kampên Şehbayê yên Berxwedan, Serdem, Şehba, Efrîn û Vegerê de di nava komîn û meclisan de xwe rêxistin kir.

Şêniyan di Îlona heman sale de sazûmaniya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê ji nû ve saz kir, 8 deste ava kirin û hevserokên wan hilbijartin.

Gel ji destpêkê ve birêxistinkirî ye

Şêniyên Efrînê ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`anve ku çirûska wê ji Kobanê dest pê kir, jiyana komînal a birêxistinkirî ji xwe re esas girt. Sîstema komînal bi demê re bû yek ji pêwîstiyên sereke yên jiyanî, mîna xwarin û vexwarinê.

Li ser vî esasî, ne zehmet bû ku şênî piştî koçberiya ji neçarî xwe di komîn, meclis, komîteyan û saziyên sivîl yên li Şehbayê de bi rêxistin bikin. Şêniyên Efrînê li Şehbayê dest bi birêxistinkirina xwe kir û rêveberiya nûnertiya li qada siyasî û derve hilbijartin.

Li kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê 132 komîn hatin avakirin.

Li navçeya Ehdas 21 komîn, Babnis 13 komîn, Fafîn 18, Ehres 26, Til Rifet 13 û navçeya Şêrawa 13 komîn hatin avakirin.

Li kampan; li Kampa Berxwedan 14 komîn, li Kampa Vegerê komînek, li Kampa Serdem 11 komîn, li Kampa Efrînê komînek û li Kampa Şehbayê komînek ava kirin.

Li kêleka komînan, meclisên navçeyan hene, ew jî li Til Rifet, Ehdas, Ehres û navçeya Şêrawa ne.

Her komînek ji 10 komîteyan pêk tê, aîkarî, tenduristî, perwerde, şaredarî, jin, lihevanîn û ciwan.

Komînên Kampa Berxwedan her 15 rojan carekê bi beşdarbûna hemû komîteyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nîqaşkirina rewşa xizmetguzariyê şêniyên wê li hev dicivin. Pirsgirêk û pêşniyarên di civînê de têne kirin, radestî Meclisa Kantona Efrînê tên kirin da ku pêk bîne.

Ji komîteyên herî aktîf li hemû kampan, Komîteya Alîkariyê ye ku erka wê bi rêxistinên alîkariyê re dikeve nava têkiliyan da daxwazan bi cih bîne.

Ehmed Ebdilmenan Oso ku endamê Komîna 6’an a Kampa Serdem e, got: "Em di komînan de xwe bi rêxistin dikin, hevkariya hev dikin, kar û xebata xwe bi rihê komînal bi rê ve dibin."

Welatiya bi navê Emîne Xelîl ku di Komîna 3’yan a navçeya Ehdasê de dixebite, wiha got: "Em hemû pêdiviyên şêniyan ji madeyên xwarin, av û cilan peyda dikin û hemû di komînan de alîkariya hev dikin, tekane daxwaza şêniyan vegera li Efrînê ye."

Tirkiye û rejîm hewl didin civaka birêxistinkirî ji hev bixin

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso wiha got: "Xezeba ku şêniyên Efrînê ji komploya navneteweyî dît, ne hêsan bû, hêz û hevgirtina wan pêşiya dagirkeriya Tirkiyê 58 rojan bersiveke dîrokî bû û ew ê di dîroka mirovahî û cîhanê zindî be."

Neso wiha domand: "Gelek şaneyên dagirkeriya Tirk hene, hewl dide bi rêya şerê taybet civaka Efrînê ji hev bixin, lê bi rêya birêxistinkirina şêniyan di hemû qadan de, dê siyasetên wan werin pûçkirin."

Neso karê hin rêxistinên ku îdia dikin alîkariya şêniyên kampan dikin, rexne kir û wiha got: "Hebûna wan tenê şiklî ye, armanca wan meşandina berjewendiyên xwe bi rêxistinên derve re ye."

Meclis li kêleka komînan û Rêveberiya Xweser hewl dide asta çalakiyan ji bo rizgarkirina Efrînê bilindtir bike. Neso keqez kir ku tekane armanca her welatiyekî Efrînê yê li Şehbayê rizgarkirina Efrînê ye.

Der barê bêkariyê de jî Mihemed Neso da xuyakirin ku meclisa hewl dide bi rêya kargehên dirûnkariyê û projeyên biçûk, derfetên kar ji şêniyan re peyda bike û diyar kir ku ji ber dorpêça ji aliyê rejîma Sûriyê ve , ew zehmetiyê di peydakirina amûran de dibînin.

Rêveberiya Xweser nûnerê gelê Efrînê di qada cîhanî de ye

Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a herêma Efrîn ku careke din di Îlona 2018`an de xwe bi rêxistin kir, hewl dide bi rêya peywendiyên siyasî çareseriyekê ji rewşa Efrînê ji aliyê siyasî û aliyê din birêxistinkirina gel, bibîne.

Hevserokê Rêveberiya herêma Efrînê Bekir Elo bi bîr xistin ku pêwîstiya şêniyên bi rêxistinbûyîn û hevgirtinê heye û girîngiya xebateke hevpar ji bo çareserkirin û vegera li Efrînê destnîşan kir.

Elo behsa rewşa perwerdeyê li Şehbayê kir û got ku rola Desteya Perwerde û Fêrkirinê di çalakiyên perwerde û parastina zarokan ji bandora şer de heye û teqez kir ku di rewşên şer de amadekirina mamoste û dibistanan ji bo perwerdekirina zêdetirî 15 hezar xwendekaran ne hêsan e.

(jo)

ANHA


Mijarên Din