Efrîniyan bicihkirina malbatên Tirkmen li gundên wan ên li sînor red kir

Şêniyên gundên Efrînê yên li ser sînor û koçberên li kantona Şehbayê, bicihkirina malbatên Tirkmen li gundên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ji hêla dewleta dagirker a Tirk ve, red kir.

Der barê rêzebinpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li Efrînê, dewleta dagirker a Tirk malbatên Tirkmen li gundên Efrînê yên li ser sînor bi cih kirin, da ku gundên li ser sînor ji Efrînê qut bike û tev li Tirkiyê bike.

Tirkiyê hewl dide senaryoya Lîwa Îskenderon li Efrînê bi bicihkirina malbatên Tirkmen û pêşkêşkirina alîkariyên garantîkirina mayîna wan li herêmê, pêk bîne.

Şêniyên gundên Efrînê yên li ser sînor û koçberên li kantona Şehbayê hewldanên Tirkiyê red kirin.

Şêniyê bi navê Cemal Îbrahîm ji gundê Baliya yê li ser sînorê Tirkiyê ve tekez kir ku bicihkirina malbatên Tirkmen li gundên ser sînor û guhartina demografiya herêmê, red dike.

Îbrahîm wiha got: "Dewleta dagirker a Tirk dixwaze ji cîhanê re eşkere bike ku şêniyên Efrînê li gundên li ser sînor tune ne û tenê malbatên Tirkmen hene. Ew jî bi hedefa tevlêbûna herêman e, mîna çawa berê li Lîwa Îskenderon, pêk aniye."

Îbrahîm bang li rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo garantiya vegera şêniyên Efrînê yên koçber li ser xaka xwe, bixebitin.

Ednan Ebdo yê ji gundê Edema jî anî ziman ku dewleta dagirker a Tirk bi dagirkirina Efrînê re hewl dide dîroka herêmê têk bibe û hegomaniya Osmanî ferz bike.

Ebdo wiha lê zêde kir: "Dewleta dagirker a Tirk ji sedan salan ve berjewendiyên xwe di dagirkirina Sûriyê de heye. Nimûneya vê jî, hewldan û berjewendiyên wê yên lêkirina dîwarê parçebûnê yê di navbera Efrîn û Şehbayê de ya bi armanca birîna Efrînê ji herêmên Sûriyê."

Li dawiyê Ebdo tekez kir ku dixwaze vegere warê xwe Efrînê û artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê jê derkeve.

Li aliyekî dîtir jî, Şêrîn Murad ji gundê Şîltehê yê li ser sînor e, tekez kir bicihkirina malbatên Tirkmen li gundên Efrînê yên li ser sînor red dikin û wiha got: "Ev gund, gundên Sûriyê û yên şêniyên Efrînê ne. Mafê dewleta dagirker a Tirk nîn e ku tev li Tirkiyê bike."

(fr)

ANHA


Mijarên Din