Efrîn vedigere paytexta DAIŞ’ê ya veşartî

Çeteyekî li gel îstixbarata leşkerî ya QSD’ê girtî, li xwe mikur hat û eşkere kir ku li herêma Efrînê ya dagirkirî gelek serçeteyên DAIŞ’ê hene û tekez kir ku têkiliyên ewlekarên DAIŞ’ê bi îstixbarata Tirkiyê re xurt in.

Çeteyê bi navê Beşar Xidir Derwîş ê bi navê Ebû Elî Bêskî tê nasîn, eşkere kir ku hin serçeteyên DAIŞ’ê li bajarê Efrînê hene û di serî de çeteyê bi navê Ehmed Nezîr El-Xelef ê ji gundê Til Temir ê Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ebû Elî Bêskî, serçeteyê şaneya herî xeternak a çeteyên DAIŞ’ê li herêma Cizîrê bû. Tirkiyê wek navenda plankirinê û Efrîna dagirkirî jî mîna herêma derbasbûna ber bi herêmên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê ve da ku êrîşên xwe pêk bînin, bi kar anî.

Serçete Ebû Elî Bêskî li gel îstixbarata leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) girtî ye.

Ebû Elî Bêskî bi bîr xist ku li gel çete Ehmed Nezîr El-Xelef ê li bajarê Efrînê ye, di dema derketina wî ji Tirkiyê de ya ber bi Efrînê ve, rûniştiye. Her wiha bi çete Selem Xelîl ê bi navê Ebû Îslam El-Boz tê nasîn ku her du ji gundê Til Fêda yê bajarê Til Temir a herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, rûniştî ye.

Çete Ehmed Nezîr El-Xelef di nava çeteyên DAIŞ’ê de wek Ebû Şîhabedîn tê nasîn. Serkêşiya ketîbeya taybet a bi navê ketîbeya Tebok dikir.

Erka wê ketîbeyê, di êrîşan de serdegirtin e. Li gorî Ebû Elî Bêskî, ketîbe di tevahî êrîşên çeteyan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdar bûye. Piranî endamên wan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, bi taybet jî ji herêmên Til Temir, Hesekê û Şedadê.

Ebû Elî Bêskî tekez kir di navbera ewlekarên DAIŞ’ê û îstixbarata Tirkiyê de têkilî hene.

Çeteyê bi navê Ebû Muaz ê ku li gel îstixbarata leşkerî ya QSD’ê girtî ye, hebûna fermandarên DAIŞ’ê ya ku bi ‘Komîteya Şerî’ (komîteya komseriyê) ya çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Idlibê tên nasîn, eşkere kir.

Komîteya Şerî, perspektîf û fermanan diweşîne û êrîşan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê plan dike. Her wiha jî emîran li wîlayetên çeteyên DAIŞ’ê erkdar dike.

Idlib nuqteya êrîşkirina çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Çete Abdulrezaq Hemed El-Selame (Ebû Muaz) îşaret pê kir ku piranî fermandarên çeteyên DAIŞ’ê revîn herêmên çeteyên Dirî El-Firat û herêmên di bin serweriya çeteyên Tirkiyê (Cerablus, Bab û Idlib) de, piştî têkbirina wan li herêmên Dêrazorê.

Çete diyar kir ku DAIŞ herêmên di bin serweriya dewleta dagirker a Tirk de, kirin nuqteyên destpêkirina êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Herêmên ji hêla Tirkiyê ve hatine dagirkirin, hawîrdoreke guncaw a vejandina DAIŞ’ê ye. Her wiha komên çete yên wekî Ehrar El-Şerqiyê alîkariya çeteyên DAIŞ’ê yên veguhastina ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dikin da ku êrîşên xwe pêk bînin. Çeteyên Ehrar El-Şerqiyê belgeyên îspatkirinê yên sexte ji çeteyên DAIŞ’ê re pêk tînin, da ku veguhastin hêsantir bibe.

(fr)

ANHA


Mijarên Din