Efrîn rêya derbasbûna DAIŞ’ê ya ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ye

Şaneya Ebû Elî El-Bêksî ji xeternaktirîn şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêma Cizîrê ye û Tirkiye  wek stasyona plankirinê bi kar anî. Her wiha Efrîna dagirkirî bû herêma derbaskirinê ya ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve da ku êrîşên xwe pêk bîne.

Piştî ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) gihaştin herêmên Dêrazorê yên bajarên Siwer, Hecîn û Baxozê, endamên şaneya çeteyan a Ebû Elî El-Bêksî hat derxistin. Piştre radestî Tirkiyê kirin. Ji wir jî ber bi bajarê Efrîna dagirkirî ve hate birêkirin. Dûre ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi rêya çeteyên Dirî El-Firat ên ku ji wan re nasname û belgeyên malbatê yên sexte çêkirine, hatin şandin.

Serçeteyê şaneya Ebû Elî El-Bêksî; Beşar Xidir El-Xelef Derwîş ê ji gundên bajarê Til Temir e. Ew û 3 birayên wî destpêkê tev li Cebhet El-Nusra bûn. Piştre di 2014’an de tev li çeteyên DAIŞ’ê bûn û beşdarî gelek êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta Iraqê jî bûn.

Beşar Xidir El-Xelef di nava refên çeteyên DAIŞ’ê de bi navê Ebû Elî El-Bêksî tê nasîn û bi qedr û qîmet e. Ji xeternaktirîn endamên çeteyên DAIŞ’ê li herêma Cizîrê ye. Bejna xwe navîn e û esmer e. Ji endamên girîngtirîn ên di nava ketîbeya Tebûk a girêdayî çeteyên DAIŞ’ê bû. Erka wî di dema êrîşkirinan de serdegirtin bû. Serçeteyê wê ketîbeyê Ehmed Nezîr Xelef bi nasnav Ebû Şîhab El-Dîn e û pismamê Beşar e. Niha jî li bajarê Efrînê ye.

Zêdetirî 70 kesî ji malbata Derwîş tev li DAIŞ’ê bûn

Zêdetirî 70 kes ji malbata Beşar Xelef Derwîş tev li refên çeteyên DAIŞ’ê bûn. Hin jê hatin kuştin, hin jî birayên wî ne, hinên dîtir jî niha li Tirkiyê ne, bi taybet jî li bajarên Kilîs û Rihayê ne. Hejmara wan nêzî 40 kesî ye. Bi tevahî bi rêya qaçaxçiyan bi koordînakirina Ebû Îbrahîm El-Reqawî derketin ku berpirsyarê ewlekarên li derve di navbera çeteyên DAIŞ’ê de ye.

Wîlateya Kilîs!

Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gundên Til Temir de, serçeteyê bi navê Beşar Xidir Xelef Derwîş birîndar bû û di Dergeha Bab El-Hewa re derbasî Tirkiyê bû. Li wir hat tedawîkirin. Derwîş wiha got: "Dema ku derbasî Tirkiyê bûm, berpirsyarê mêvanan ê li wîlayeta Kilîsê yê bi navê Ebû Cîhad El-Idlibî ez birim."

Serçete Beşar Derwîş pirsa “Tevgerîna endamên çeteyên DAIŞ’ê li Tirkiyê hêsan e yan na?” wiha dibersivîne: "Tevgerîna me li Tirkiyê pir hêsan bû." Ew jî nîşaneya têkiliya xurt a di navbera çeteyan û Tirkiyê de ye.

Piştî serçete Beşar li nexweşxaneyên Tirkiyê hat tedawîkirin, ji nû ve vegerî herêmê û li herêmên çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiribûn, bi cih bûbû.

Di destpêkê de li aliyê Şedadê bi cih bûbû û piştre berê xwe da Siwer a girêdayî Dêrazorê. Dûre berê xwe da gundê Ebû Hemam. Beriya têkbirina çeteyên DAIŞ’ê bi temamî li herêmên Dêrazorê, ew û birayê wî Derwîş Xidir Xelef Derwîş û tev 2 kesên din ber bi Tirkiyê ve, bi taybet bajarê Kilîs ve hatin şandin.

Çawaniya derxistina ji herêmên di bin serweriya DAIŞ’ê de û şandina ber bi Tirkiyê ve

Piştî qaçaxçî hat peydakirin, serçete Beşar Xidir Derwîş, birayê wî Derwîş Xidir Derwîş û 2 endamên dîtir ên DAIŞ’ê ji herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê de hatin derxistin û ber bi Tirkiyê ve şandin. Li Tirkiyê jî Ebû Esed El-Kilêzî yê ku karê îstixbaratê li gel çeteyên DAIŞ’ê dikir û berpirsyarê mayinkirinê li herêmên Hesekê û Şedadê bû, dît. Niha jî ew li bajarê Rihayê li nexweşxaneyeke taybet e. Li wir tedawî dibe. Erka El-Kilêzî piştî derbasbûna çeteyan a Tirkiyê, şandina ber bi Efrînê ve û piştre ji wir şandina ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi rêya çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî Tirkiyê ye. Çeteyên Ehrar El-Şerqiyê ji wan re nasname û lênûskên malbatê yên sexte çêkirin. El-Kilêzî çeteyê girêdayî serçeteyê bi navê Ebû Muaz ê berpirsiyarê ewlekarên li derve li herêmên Hesekê-Şedadê ye.

Beşar Xelef Derwîş ê bi navê Ebû Elî El-Bêskî tê nasîn, wiha diyar kir: "Bi Ebû Esed El-Kilêzî re yê ku li nexweşxaneyek Rihayê tedawî dibe, rûniştim. Piştî hevdîtinê, min berê xwe da Efrînê. Li Efrînê jî bi dehan pismamên min hene û ji wan jî Ebû Cimo Ras Eyn ê ku serçeteyê ketîbeya Ehrar El-Şerqiye ye."

Li hember kuştina Çiya Kobanî 200 hezar dolar

Ehrar El-Şerqiye, ketîbeya çeteyan a girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ye. Piranî endamên wan ji herêmên rojhilatê Sûriyê ne. Ji hêla dewleta dagirker a Tirk ve hatin leşkerkirin. Her wiha beşdarî êrîşên li dijî Efrînê di dema dijminatiya Tirkiyê ya di 20’ê Çileya 2018’an de bûye.

Çawaniya veşartinê

Çeteyê bi navê Beşar Xelef Derwîş demeke dirêj li bajarê Efrînê nema. Bi rêya nasname û lênûsekeke malbatî ya sexte derbasî bajarê Minbicê bû. Ji wê derê jî derbasî bajarê Reqayê bû. Der barê sedemên bicihkirina wî li bajarê Reqayê de çeteyê bi navê Beşar wiha anî ziman: "Tu kes ji bajêr min nas nake ji ber wê ez li wê derê bi cih bûm." Piştî ku Bişar xwe li bajarê Reqayê bi cih kir birayê wî Derwîş jî ji Tirkiyê bi heman şêwazê derbas bû û xwe li bajarê Reqayê bi cih kir.

Piştî ku çeteyê  bi navê Beşar Xelef Derwîş li bajarê Reqayê xwe gihand çeteyê bi navê Ebû Esed El-Kilîzî, Ebû Esed El-Kilîzî agahî der barê depoyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Dêrazorê veşartî, nedan. Ew depo beriya çeteyên DAIŞ`ê ji herêmên Dêrazorê werin derxistin, hatin avakirin. Armanca wan ku alîkariyê (çek û cebilxane) bidin şaneyên veşartî yên li herêmên ne din bin dagirkeriya çeteyan de ne.

Guhertina mekanîzmaya kar piştî têkbirina DAIŞ`ê di aliyê erdnîgarî de

Çeteyê bi navê Beşar Derwîş destnîşan kir ku di destpêkê de bi fermana çeteyê bi navê Ebû Esed El-Kilîzî de bû û operasyon bi fermana wî pêk anî û wiha got: "Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê li Hecîn, Sûse û Baxozê têk çûn, herêm veguherî wîlayetên ewle. Tişta bi navê istixbarat ji holê rabû. Ez bûm yek ji endamên wîlayeta El-Bereke." Wîlayeta El-Bereke ku di nava çeteyên DAIŞ`ê de tê naskirin, ji aliyê çeteyê bi navê Abdulrezaq Hemed El-Selame ku niha li gel hêzên ewlekariyê girtî ye û bi navê Ebû Muaz tê naskirin, dihat birêvebiri.

Piştî çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herî dawî Baxoz hatin têkbirin û tişa ku bi navê istixbarat dihat naskirin ji aliyê çeteyê DAIŞ`ê ve hat tinekirin, Beşar Xelef,  birayê wî yê bi navê Ebû Beraa tê naskirin, kurê apê wan û hevjînê xuşka wan Yehiya Abdullrezaq ku bi navê ‘Tewîl’ tê naskirin ku ew jî bi Beşar û her du birayên wî yên kuştî di sala 2014`an de tev li çeteyên DAIŞ`ê bûbûn, bûn endam di nava şaneyeke girêdayî çeteyê bi navê Ebû Muaz û çeteyê bi navê Beşar serçeteyê wê.

Girîngtirîn êrîşên ku şaneya Ebû Elî Bêksî pêk anîn

Ji girîngtirîn êrîşên ku şaneya çeteyê bi navê Ebû Elî Bêksî pêk anî, kuştina Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Merwan Fiteyih di 29`ê Kanûna 2018`an, êrîşa li dijî dewriyeyeke Koalisyona Navdewletî li ser rêya 47`an li herêma Şedadê di 12`ê Çileyê 2019`an de. Ev hemû bi pilan, praspaktîv û çavdêriya çeteyê bi navê Abdullrezaq Hemed El-Selama (Ebû Muaz) pêk hatin. Her wiha kuştina 3 endamên hêzên Asayîşê li ser rêya gundê Ebyed û gelek êrîşên din mîna çandina mayîn û kuştinan pêk anî.

Şaneya Ebû Elî Bêksî ji 3 çeteyan pêk tê, Derwîş Xelef Derwîş (Birayê Ebû Elî ye), Yehiya Abdullrezaq (Tewîl) û Ebû Semah El-Oca ne. Hêzên Ewlekariya Hundrîn niha der barê wê de lêkolîn dike. Van çeteyan hemû êrîş bi hevre pêk anîn. Di demên dawî de jî biryaê Ebû Elî dixwest şaneyekê ava bike da ku êrîşên xwe li herêmê zêde bikin.

(fr-bx)

ANHA


Mijarên Din