Efrînî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê meşiyan.

Li ser banga Kongreya Star û bi pêşengtiya jinên navçeyên Ehris, Til Rifet û Şêrawayê  bi sedan şêniyên herêma Efrînê bi meşek êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Mexmûr û herêmên Parastinê yên Medyayê şeremzar kirin.

Meş ji deriyê têketina gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê destpê kir û li kampa Vegerê bi dawî bû. Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengal, Mexmûr û Efrînê û şeremzarkirina dewleta Tirk hatin qîrkirin.

Li qada kampa Vegerê deqeyek rêz a bîranîna şehîdan hate girtin. Piştre endama rêveber a Kongreya Star Emîna Dengelî axivî û got: "Ji destpêka şoreşa Sûriyê heta roja me ya îro me berdêlên giran dane. Ji ber gelê Kurd bi berxwedana xwe tê naskirin."

Emîna anî ziman ku êrişên Tirkiyê ji Efrînê heta Şengal û Mexmûrê ne "Tirkiyê destek da çeteyên DAIŞ‘ê û ew şandin herêmên Kurdan da ku îradeya gel bişkîne. Lê gelê Kurd bi gelên din ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bû yek û li hemberî êrişên faşîzma Tirk sekinî û planên wê têk birin. Niha jî êrişî Şengal dike ya ku bûye destana berxwedanê."

Bi navê meclisa navçeya Şêrawayê endamê rêveber ê meclisê Ehmed Silêman axivî, êrişên dewleta Tirk şermezar kir û banga mezinkirina berxwedanê kir.

Xwepêşandan bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gelê Kurd û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din