Efram Îshaq: Yekîtiya gelan misogeriya xelasiya nakokiyan e

Endamê Desteya Rêveber ê Partiya Suryan a Sûriyê Efram Îshaq got: “Hevpeymana civakî ya ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ragihandin, mafên hemû pêkhateyan digire nava xwe. Gelên herêmê jî bi yekîtiya xwe parastina herêmê kirin.”

Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di siya Rêveberiya Xweser de yekîtiya xwe ava kirin û planên hebûna wan dikirin armanc, têk birin. Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê di 21’ê Çileya 2014`an de hate avakirin.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûryan a Sûriyê Efram Îshaq derbarê girîngiya yekîtiya neteweyî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de got: “Bi awayekî giştî yekîtiya neteweyî û têgeha netewiyetê, nîşana hêza gelê Sûriyê dike. Bi nêrîna min rûdanên di hundirê Sûriyê de diqewimîn, sedema wê parçebûna gelan e.”

Îshaq bal kişand ser hewldanên dewletên ku destwerdana aloziya Sûriyê dikin û wiha pê de çû: “Armanca dewletan parçekirina gelê Sûriyê ye. Ew jî li ser esasê netewperestî, olperestî, parçekirina gelên Kurd û Ereb û parçekirina gelên Ereb û Suyan û neteweyên din li Sûriyê ne. Lewma faktorên wiha bûn sedema parçekirina gelên Sûriyê û nikarin bigihêjin çareseriyeke siyasî.”

Îshaq bal kişand ser yekîtiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Projeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin li ser esasê hevpeyaman civakî hatiye avakirin û pêkhateyan pêk ve digire nava xwe. Lewma parastina yekîtiya neteweyî û jiyana bi ewle kir. Lewma herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ewlehiya xwe hatin naskirin û bû cihê pêşwaziya şêniyên herêmên şer lê rû didin. Pêkhateyan parastina çand, netewiyet, ziman û hebûna pêkhateyan kir. Pêkhateyan bi saya yekîtiya xwe parastina herêmê kirin û têgeha netewiyetê xurtir kirin. Bi rastî jî me yekîtiya neteweyî ava kir û di vê pêvajoyê de ev erka me xwe. Lewma me serkeftinên mezin bi dest xistin û bi yekîtiya xwe em dikarin dawî li nakokî û şerê li Sûrî heyî bînin.

Efram Îshaq diyar kir ku ew wekî pêkhateya Suryan bi gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re yek bûn û mafên xwe qezenc kirin. Îshaq got: “Isbata vê yekê jî em ji damezrînên pêşekî yên Rêveberiya Xweser in û armancên pêkhateya xwe yên wekî ziman bi dest xistin.”

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Suryan a Sûriyê Efram Îshaq di dawiya axaftina xwe de got: “Bi rêya projeyên neteweyî yên Rêveberiya Xweser pê bang dikirin, dikarîn dengê xwe bigihînin raya giştî û me karî ji civaka navdewletî re bibêjin. Em wekî gelê Suryan gelekî xwedan esîl in û beşek ji gelên Sûriyê ne, li gel vê yekê divê em jî beşek ji çareseriya aloziya Sûriyê bin. Ne wekî di civînên Astana û Cinêvê de hate diyarkirin be. Li ser vî esasî ew ê yekîtiya me bingeha serketina proseya siyasî û çareseriya aloziya Sûriyê be.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din