Ebdulrehman Qasimlo li Qamişlo hate bi bîranîn

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê lîderê Kurd Dr. Abdulrehman Qasimlo ê beriya 30 salan ji aliyê îstîxbarata rêjîma Îranê ve hatibû qetilkirin, bi bîr anî.

Îro salvegera 30‘yemîn a qetilkirina lîderê Kurd û sekreterê Paritiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) Dr. Abdulrehman Qasimlo ye yê di13'ê Tîrmeha 1989'an li Viyanayê dema bi du hevalên xwe re ji aliyê endamên îstîxbarata Îranê hatin kuştin.

Bi vê wesîleyê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê merasîmê bîranînê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar xist. Bi dehan şêniyên bajar, serokê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso, Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hisên Ezam, hejmarek nivisîkdar, rewşenbîr, rojnamevan û siyasetmedar amade bûn. Cihê merasîmê bi wêneyê Ebdulrehman Qasimlo hatibû xemildanin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Meqso anî ziman ku Ebdulrehamn Qasimlo kesayeteke kurd e, jiyana xwe xist xizmeta gel û doza Kurd û Kurdistanê.

Meqso got, di demekê de ku gelê Kurd hatibû înkarkirin Qasimlo dengê gelê Kurd ê mezlûm gihand tevahî cîhanê.

ANHA


Mijarên Din