Ebdulkkerîm Sarûxan: Em ê aloziya aborî jî derbas bikin

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Dêrik û Girkê Legê di nava du civînan de geşedanên dawî ji şêniyan re nirxand.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) rêzecivînên xwe yên nirxandina rewşa siyasî û aborî ji gel re didomîne. Li herêma Dêrikê û navçeya Girkê Legê civîn hatin lidarxistin.

Di civîna li gundê Bane Qesrê yê Dêrikê hate lidarxistin de bi dehan kes amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Meclisa Giştî ya PYD‘ê Abdullkerîm Sarûxan axivî. Di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser aloziya li cîhanê rû dide ya ji ber pandemiya Koronavîrusê û tedîbrên ku ên Rêveberiya Xweser ên li dijî vê pandemiyê girtine.

Sarûxan diyar kir ku Rêveberiya Xweser hemû tedbîrên pêwîst girtin da ku rê li ber derketina vîrusê li herêmê were girtin û got: "Ji bo rêgirtina li ber derketina vîrusê Şaneya Aloziyê hate avakirin. Tevî nûjenbûna Rêveberiya Xweser û derfetên wê yên kêm dikarî pêşî li ber vîrusê bigire û destek da şêniyan ji bo vê pêvajoyê derbas bikin."

Sarûxan bi bîr xist ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîneke xurt li hemerî rêxistina herî terorîst a li cîhanê sekinî, di oxira parastinê herêmê de bi hezaran şehîd û birîndar da û serkeftin qezenc kir  û wiha domand: "Dewletên kapîtalîst bi siyasetên xwe yên faşîst û birçîkirina gel, bi taybet bilindkirina nirxê pereyên biyanî li hemberî lîreya Sûrî hewl didin me tune bikin."

Ebdulkerîm Sarûxan got, pêkanîna Qanûna Qeyser dê bandoreke neyinî li rewşa aborî bike û xwest ku her kes piştgiriya projeyên aborî bikin, rêgeza xwetêrkirinê ava bikin û got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî DAIŞ û Koronavîrusê bi ser ket dê aloziya aborî jî derbas bike."

 Sarûxan bi domdarî got: " Tevî dorpêça li ser Sûriyê hatiye ferzkirin, wêranbûna binsaziya wê û neserweriya rejîmê li rûpîvaneke berfireh lê hîna rejîm bi zihniyeta xwe ya şofonî ne qebûlkirina diyalogan bi Rêveberiya Xweser re girêdayî ye. Rejîm bi temamî di warê aborî û siyasî û qadên din jî hilweşiya ye."

Di civîna li navçeya Girkê Legê de jî bi dehan kes beşdar bûn.

Hevserokê PYD‘ê Enwer Muslim rewşa siyasî nirxand û  got: "Armanca me ya sereke demokrasî û wekhevî di navbera gelan de pêk were. Dibe ku şaştî di sazaiyên me derkevin em vê yekê înkar nakin, em beşek ji Rêveberiya Xweser in, bi hev re bi diyalog û nîqaşan em çareseriyê ji aloziyê re bînin."

Muslim di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rola jin di hemû qadên jiyanê de û diyar kir: "Pirsgirêka jinê ji armancên sereke yên bernameya partiya me ye, da ku wekhevî û beşarbûna çalakî pêk bînin."

Muslim her wiha got: "Em PYD‘iyî her tim bi diyalogên bi dewleta Sûriyê û partiyên din ên Kurdî re ne ji bo aştî û demokrasî li Sûriyê pêk were."

Civîn bi nêrîn û bersiva pirsan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din