Ebdulbasit Elî: Em dest ji QSD`ê bernadin

Serokê Meclisa Rûspiyan a Dêrazorê şêx Ebdulbasit Elî diyar kir ku Elî Memlûk ji serdana xwe armanc dike fîtneyan di navbera êl û gelên herêmê belav bike û got: "Li Dêrazorê em milyonek û 600  kes in û em tev li civînê nebûn. Lewra ew nikarin biryarê li şûna me bigirin. Em ji bilî QSD`ê qebûl nakin û dest jê bernadin."

Lîwa Elî Memlûk serokê ewlehiya neteweyî ya Sûriyê di 5`ê Kanûnê de bi komîteya ewlehiyê ya parêzgeha Hesekê û şêx êlên Ereb û kesayetan re li hola balafirgeha Qamişlo civiyan. Piştre lîwa Elî Memlûk vegerî Şamê.

Çavkaniyek ji civînê ragihand ku Elî Memlûk ji rûsiyên gelek êlên Herêma Cizîrê xwestiye ciwanên xwe ji Hêzên Sûriya Demokartîk bikşînin. Ev civîn piştî ku Rejîma Sûriyê di gelek boneyan de bang li Hêzên Sûriya Demokratîk kiriye ji bo ku tev li artêşa Rejîma Sûriyê bibe hat.

Di vê çarçoveyê de serokê Meclisa Rûspiyê Êlan a Dêrazorê şêx Ebdulbasit Elî got Elî Memlûk ji serdana xwe ji Qamişlo re armanc dike fîtneyan di navbera êlên Sûriyê de belav bike.

Elî wiha domand: "Êlên Ereb ên herêma Dêrazorê nehatin vexwendin. Ên ku tenê tev li civînê bûne nûnertiya êlên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakin."

Derbarê daxwaza Elî Memlûk ji êlên Ereb ji bo ku ciwanên xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk bikşînin Elî got: "14 hezar şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ji ciwanên êlên Dêrazorê re ne. Her wiha bi sedan ciwanên me ji bo ku herêmê ji terorê biparêzin şehîd ketin. Me şehîd nedan, ji bo ku dest ji hêzê berdin."

Elî wiha pê de çû: “Ji bo êlên Ereb ên Dêrazorê em bi Hêzên Sûriya Demokratîk re ne. Ji bilî wan tu hêzek din qebûl nakin. Bi saya biratiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em îro hevgirtî ne."

Şêx Ebdulbasit Elî destnîşan kir ku Memlûk ji serdana xwe armanc dike fîtneyan di navbera êlên herêmê de biçîne û got: "Tevahiya êlên hazir bûne nûnetiya me nakin. Li Dêrazorê em derdora milyonek û 600 kes in. Şêxek ji şêxên Dêrazorê yan jî şêniyên wê tev li civînê nebûn. Ew nikarin li şûna me biryaran bigirin. "

Şêx Ebdulbasit Elî wiha domand: "Hêzên Sûriya Demokratîk herêm li şûna cîhanê parast. Armanca wan herêm, yekitî û mafên wê biparêzin."

Di dawiyê de şêx Ebdulbasit Elî teqez kir ku ew bi Hêzên Sûriya Demokratîk û diyaloga sûrî-sûrî re ne û got: "Em ê bi her biyarekê re ku xizmeta gelê herêmê dike û mafên tevahiya diparêzin bin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din