Ebdhamid El-Mihbaş: Terorîst li hember Rêveberiya Xweser nabin kelem

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş têkildarî salvegera sêyemîn a Komkujiya Qamişlo got armanca wê têkbirina perojeya neteweya demokratîk bû û wiha tekez kir "Kiryarên terorîstan ji projeya pêkhateyên Rêveberiya Xweser re nabin kelem."

Bi boneya salvegera sêyemîn a Komkujiya Qamişlo Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş ji ajansa me re axivî. Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Qamişlo di 27’ê Tîrmeha 2016’an de li taxa Xerbî komkujiyek pêk anî û di encamê de 62 kes bûn qurbanî û zêdetirî 170 kes birîndar bûn.

El-Mihbaş got: "Ev teqînên hovane ku sivîlên bêguneh kirin armanc, armanca wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş e."

El-Mihbaş bi berdewamî got: “Gelê me zêdetirî 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndar dane, teqînên hovane ji projeyê re nabin kelem. Rêveberiya Xweser bi hemû pêkhateyên xwe heta pêkanîna armancan û avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk dê şoreşa xwe dewam bike.”

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din