Ebdî: Tirkiyê lihevkirinê binpê dike, divê hêzên navdewletî derbasî herêmê bibin

Mezlûm Ebdî got, li gorî lihevkirina agibestê wan hemû hêzên xwe ji bajarê Serêkaniyê kişandine, lê dewleta Tirk agirbestê binpê dike û êrîşên xwe dewam dike. Ebdî  diyar kir ku pêwîste hêzên navdewletî derbasî herêmê bibin ji bo rê li pêşiya pêkhatina qirkirinekê der heqê gelên herêmê de bigirin.

Fermendarê Giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk  (QSD) Mezlûm Ebdî ji kanal El-Erebiye re ev tişt destnîşan kir: "Weke hûn dizanin me hemû hêzên xwe ji bajarê Serêkaniyê kişand. Me duh hejmarek ji hevalên xwe yên birîndar ji bajêr kişand û îro jî me tevahiya hêzên xwe tevî hejmara mayîn ji birîndaran kişand. Bi vê şêwazê me lihevkirin pêk anî û hêzên xwe ji herêmên di lihevkirinê de diyar in kişand. Lê hîna herêmên din di rewşa pêkanînê de ne. Lê em dixwazin bêjin dewleta Tirk ji aliyê xwe lihevkirin pêk neanî û hîna êrîşên xwe didomîne."

Ebdî wiha domand: "Niha rewş bi vî şiklî ye. Helwesta Amerîka û Tirkiyê cuda ne. Tişta ku Amerîka ji me re girêdayî lihevkirinê ragihandiye me pêk anî. Lihevkirin girêdayî Serêkaniyê û Girê Spî bû û herêmên din ne di nav de ye. Tişte ku me erêkirî ye agirbesta li ser tevahiya sînorên bakurê Sûriyê bi Tirkiyê re ye û herêmên me ji Tirkiyê re ne tehdîd bin. Hêzên me ji bajarê Serêkaniyê û herêmên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de heta bighêje rêya navdewletî vekişe, ev tişt niha em pêk tînin. Li beramberî wê dema em vê gavê davêjin dewleta Tirk agirbest li ser dirêjahiya sînor radighîne. Li ser vî tiştî me qebûl kir û 13 nuqteyên ku di çapemeniyê de hatin belavkirin tu agahiyên me li ser wê tune ne. me tiştek di vî warî de negot. Ne gengaze em pê qebûl bikin. ji bo vê herêmê divê danûstandin û lihevkirin hebin.  Divê hêzên navneteweyî derbasî vê herêmê bibin ji bo ku rê li pêşiya pêkhatina komkujiyekê der heqê gelên herêmê de bigirin. Divê pêşeroja vê herêmê di çarçoveya çareseriyek giştî de diyar bibe."

Ebdî wiha domand: "Ne gengaze em vê qebûl bikin. Ne gengaze her sûriyek niştîmanî vî tiştî qebûl bike û heta kurd jî wê qebûl nakin. Divê dewleta Tirk ji herêmê derkeve, têkiliya wê bi Rojava û Sûriyê tune ye. Ew behsa mekanîzmeya ewlehiya sînor dikin. Ev tişt gengaze ku mirov li ser nîqaş bike û lihev bike. Lê wek dagirkeriyek daîm bimînin ev nayê qebûlkirin. Dibê her sûriyek welatparêz banga derxistina wan ji axa xwe bikin."

(şx)


Mijarên Din