Ebdî: Serokê Tirkiyê cîhanê bi çend girtiyên DAIŞ`ê şantaj dike

Fermendarê Giştî yê QSD‘ê got, serokê Tirkiyê cîhan bi çend girtiyên DAIŞ`ê şantaj dike û got: " Li cem me belge hene ku Tirkiyê çeteyên DAIŞ`ê di êrişên li dijî bakurê Sûriyê de bi kar tîne eşkere dike."

Fermendarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe Twitterê ragihand: "Serokê Tikriyê cîhanê bi çend girtiyên terorîst ên DAIŞ`ê şantaj dike. Li cem me belge hene eşkere dikin ku Tirkiyê gelek terorîstên DAIŞ`ê re di êrişên li dijî bakurê Sûriyê de bi kar tîne."

Ebdî wiha domand: "Ji bo rawestandina şantaja Tirkiyê ji cîhanê re, têkbirina planên wê, derxistina rûyê wê yê rastîn û avakirina edaletê divê dadgehe navneteweyî li bakurê Sûriyê li dar bikeve li cihê ku DAIŞ`ê hovantirîn sûcên xwe kirine."

Bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girtî ne ku ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ve piştî tunekirina DAIŞ`ê li Baxozê hatine girtin. Di nav de bi sedan ji nasnameyên biyanî hene û çeteyên ku navên wan di lîsteya xetertirîn terorîstên cîhanê de hene. Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûiye Demokratîk banga avakirina dadgehên navneteweyî ji bo darizandina wan çeteyan li bakurê Sûriyê dikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din