Ebdî: QSD‘ê dê xebatên xwe yên hevbeş bi koalîsyonê re dîsa berdewam bike

Mezlûm Ebdî ragihand ku QSD‘ê  li gorî pêvajoyê û rûdanên nû li ser erdê dê bernameya xebatên xwe yên hevbeş bi Koalîsyona li dijî DAIŞ‘ê re careke din berdewam dike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê ragihand "Di encamên rêzecivînên me li gel fermandarên Koalîsyona Navdewletî de Hêzên Sûriyeyia Demokratîk dê bernameya xebatên xwe yên hevbeş bi Koalîsyona li dijî DAIŞ‘ê li gorî pêvajoyê û rûdanên li ser erdê careke din bidomîne û binsaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze."

ANHA


Mijarên Din