​​​​​​​Ebdî pîrozbahî li El-Kazimî kir

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî, serokwezîrê Iraqê Mustefa El-Kazimî pîroz kir ku baweriya parlamantoyê wergirt.

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî peyamek li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kir.

Ebdî di nameya xwe de got: "Em serokwezîrê Iraqê birêz Mustefa El-Kazimî ku baweriya parlamantoyê wergirt li dewletê pîroz dikin. Em hêviya serkeftinê ji wî re dixwazin ji bo avakirina hikumetê bi hevgiritina tevahiya pêkhateyên Iraqê da ku welêt bigihînin ewlehiyê. Em hêvî dikin ku asta karê hevpar ji bo tunekirina terorê û pêkanîna ewlehiyê di her du welatan de mezin bikin."

ANHA


Mijarên Din