Ebdî: Nêrîna me û ya Koalîsyona Navneteweyî ji bo çareserkirina pirsgirêkan yek e

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî diyar kir ku nêrînên wan û yên rayedarên Koalîsyona Navneteweyî, der barê mijarên di civînê de hatine nirxandin, yek bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kir ku civînek di navbera fermandarên wan û fermandarê Herêma Navîn a Fermandariya Navendî ya Koalîsyona Navdewletî Kenneth McKenzie de pêk hat û di civînê de dosya û mijarên girîng hatin nîqaşkirin.

Îro serê sibehê (roja duşemê) fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û fermandarên QSD`ê, fermandarê Herêma Navîn a Fermandariya Navendî ya Koalîsyona Navneteweyî Kenneth McKenzie û nûnerê Amerîkayê yê taybet ê koalîsyonê William Robak li herêma Firatê pêşwazî kirin.

Li gorî Navenda Ragihandiê ya QSD`ê, mijarên ku di civînê de hatin nîqaşkirin, ev in:

- Gefên ewlehiyê yên li ser sînorê di navbera Bakurê Sûriyê û Tirkiyê de.

- Planên kar û koordîneyê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî de ji bo berdewamkirina şerê li dijî terora DAIŞ`ê.

- Pirsgirêka kamp û dîlên DAIŞ`ê yên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê diyar kir ku fermandarê giştî yê hêzên QSD`ê Mezlûm Ebdî daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê û got: “Nêrîna di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî de der barê piraniya mijarên ku hatin nîqaşkirin de, wekî hev bûn.”

Her wiha Ebdî anî ziman ku her du aliyan li ser rêbaza diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî û koordîneya ji bo tunekirina DAIŞ`ê bi awayekî giştî tekez kir.

(kc)

ANHA


Mijarên Din