Ebdî: Em Hevkariya bi rejîmê re ya li hemberî Tirkiyê lêkolîn dikin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê got ku çavdêriya li ser girtiyên DAIŞ’ê di nava gefên dewleta Tirkiyê de êdî kete rêza duyemîn û tekez kir ku ji yek bijartiyên li pêş wan, hevkariya bi rejîma Sûriyê re ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk e.

Kanala NBC News a Amerîkayê hevpeyvînek bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) Mezlûm Ebdî re der barê gefên dewleta Tirk û biryara Amerîkayê ya vekişînê û xeteriya çeteyên DAIŞ’ê de, çêkir. Ebdî got, şervanên wan beriya êrîşeke muhtemel ji dewleta Tirkiyê ve, berê xwe dan sînor.

Kanalê li ser zimanê Ebdî wiha ragihand: "Şervanên QSD’ê yên bi nobetdariya bi hezaran ji girtiyên DAIŞ’ê hatine erkdarkirin, beriya êrîşeke bi pêşbîn ji aliyên hêzên dewleta Tirk ve, berê xwe da sînor."

Ebdî wiha domand: "Çavdêriya li girtiyên DAIŞ’ê yên li Sûriyê girtî ne, êdî kete rêza duyemîn. Lê niha piştî DYA’yê rê li pêş êrîşa dewleta Tirk a muhtemel vekir, dibe ku hêzên me yên li seranserî sînor bên hedefgirtin."

Fermandarê Giştî yê QSD’ê ji kanala NBC Newsê re wiha tekez kir: "Ev pirsgirêkeke mezin e. Di vî warî de tu kes nebû alîkar."

Li gor Mezlûm Ebdî û rayedarekî Pantagonê ragihandine, li navendên girtîgehan, di dirêjahiya operasyonên li dijî çeteyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 12 hezar û 200 girtiyên çeteyên DAIŞ’ê hene.  Jê jî 2 hezar çeteyên biyanî ne û 10 hezar jî ji yên Sûriyê û Iraqê ne."

Mezlûm Ebdî wiha berdewam kir ku şervanên ku berê ji bo nobetdariya girtîgehan hatibûn erkdarkirin, niha berê xwe didin sînor û xwe ji şerê li hember artêşa dewleta Tirk re amade dikin.

Bi rêya wergêr Mezlûm Ebdî got: "Malbatên hemû leşkerên me li herêmên sînor in. Ji lewre dê parastina malbat û xaka xwe bikin."

Axaftina Mezlûm Ebdî pitşî çend saetan ku rêveberiya Trump ragihand ku Tirkiyê dê di demeke nêz de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û DYA`yê dê destwerdanê neke û xwe ji herêmên vekişîne, her wiha dê dev ji QSD`ê ya kU di nava çend salan de alîkarî da wan, berde û bi tena xwe şerê Tirkiyê bike, hat.

Ebdî wiha got:"Bi rastî ev yek hêviyên me dişkîne. Ev biriyar zerarê dighîne baweriya Sûriyê bi DYA`yê her wiha zerarê dide rastiya DYA`yê. Erdogan dibîne ku her kurdek terorîste û zerarê dide aramiya welatê wî.”

Ji ber wê jî berpirsên leşkerî yên Amerîkayê bang li Koşka Spî kir ku dev ji kurdên li Sûriyê di bin zexta Tirkiyê de, bernede.

Ebdî got ev biryar dê bihêle şervanên ku li kêleka leşkerên Amerîkayê li heber DAIŞ`ê sekinîn, canê xwe bidin.

Mezlûm Ebdî got ew niha der barê hevkariya Serokê Sûriyê Bişar El-Esed ji bo şerê hêzên Tirkiyê, lêkolîn dikin û wiha got:"Ev yek ji pêşniyarên me yên li ser maseyê ne."

Ebdî bang li gelê Amerîkayê kir ku zextê li Trump bikin da ku alîkariya wan bike û wiha anî ziman:"Kesên ku bi we re li dijî terorîsta navdewletî û li dijî DAIŞ`ê şer kirin niha rastî xeteriyê tên û bi tena xwe rastî şerekî mezin tên."

(fr-bx)


Mijarên Din