Ebdî, Boris pîroz kir

Mezlûm Ebdî serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson pîroz kir ku Partiya wê ya Muhafezkeran di hilbijartinên Brîtanyayê de biser ket.

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe ya Twitterê Boris Johnson pîroz kir û got: "Birêz serok wezîr Boris Johnson em te bi vê serkeftina mezin û bidestxistina baweriya gelê brîtanî pîroz dikin. Em hêvî dikin têkiliyên xwe bi Britanyayê re xurt bikin û asta karê hevpar li Sûriyê ji bo tunekirina DAIŞ û destkeftiyên me biparêzin bilind bikin. Her wiha çareseriyên demokratîk bibînin û vebera ewle ya koçberan peyda bikin."

Partiya Muhafezekaran ku serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson serokê wê ye, bi dengên herî bilind di parlamentoyê de bi ser ket û dema derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê diyar kir.

(şx)

ANHA



 


Mijarên Din