Ebdî: Armanca me ew e ku gav bi gav hemû partiyan tev li pêvajoya nû bikin

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî da zanîn ku însiyatîfa wan a ji bo yekitiya Kurdan li gorî pîvana xwe ya nîştimanî berdewam e û got “Armanca me ev e ku gav bi gav hemû partiyan tev li pêvajoya nû bikin.”

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî têkildarî diyalogên kurdî-kurdî, li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsek belav kir.

Ebdî wiha  da zanîn:

"Însiyatîfa me ya yekitiya kurdî li gorî pîvana xwe ya nîştimanî berdewam e. Armanca me ev e ku gav bi gav hemû partiyan tev li pêvajoya nû bikin. Partiyên wekî Pêşverû û Yekîtî (El-Wehdê) nehatine bidûrxistin. Agahiyên der barê vê yekê de ne di cihê xwe de ne.”

(kc)


Mijarên Din