Ebbas dûrxistina partiyên siyasî ji nîqaşên yekitiya Kurdî rexne kir

Mihemed Ebbas beşdarnebûna hemû partî û beşên civaka Kurd di nîqaşên yekitiya Kurdî de, rexne kir û banga civandina hemû aliyên Kurdî ji bo pêkanîna yekitiya niştîmanî ya Kurdî kir.

Gelek partî û aliyên Kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî û destekê didin însyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD`ê l Mezlûm Ebdî ya avakirina yekitiya Kurdî. Partiyên siyasî yên Kurdî, beşdarnebûna hemû partiyan di xebatên yekitiya Kurdî de rexne dikin.

Têkildarî mijarê, sekerterê giştî yê Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê Mihemed Ebbas ji ANHA‘yê re axivî. Ebbas bal kişand ser girîngiya avakirina yekitiya Kurdî û derbasbûna qonaxa yekkirina refa Sûriyê û wiha got: "Divê em destpêka yekitiya netewî ya Kurdî ava bikin, da ku em karibin bi hemû alî û beşên civaka Sûriyê re bidin û bistînin û bi dewletên heval re ku dikarin di piştevaniya yekitiyê de rol bilîzin, hevkariyê bikin."

Ebbas di axaftina xwe de li ser beşdarnebûna hemû partiyên Kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nîqaşên girêdayî yekitiya Kurdî de û danûstandinên tenê bi Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re, ev nirxandin kir: "Em xwesteka ENKS‘ê ya beşdarnebûna PYD`ê yan beşdarbûna partiyên din ên Kurdî di peyman an diyaloga Kurdî de, şaş dibînin."

Ebbas wiha pê de çû: "Encumena niştîmanî bi me re nacive. Şertê wê ew e ku tenê bi PYD`ê re rûnê. Ez dibînim ku PYD`ê li gor xwestekên wê tevdigere da ku gavekê ber bi yekitiyê ve bavêjin û nakokiyên bi girêk çarser bikin."

Her wiha destnîşan kir ku PYD`ê dixwaze ku hemû partî û beşên civakê ji bo yekitiya Kurdî û diyaloga niştîmanî ya demokratîk, beşdarî diyalogê bibin.

Ebbas axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez 62 salî me. Piraniya rêveberên Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê şagirtên min ên qada siyasî bûn. Lewra ez dipirsim; çima encumena niştîmanî rêveberên xwe yên siyasî yên partiyên din paşguh dike?"

Ebbas daxuyand ku ENKS‘ê bi siyaseta xwe  ya heyî dixwaze hemû kêmahî û lawazbûna xwe veşêre û aliyên din tewanbar dike ku tişek ji gelê Kurd re nekiriye. Ebbas diyar kir ku xebatê partiyê şêwaz e û ne armanc e.

Ebbas her wiha helwesta ENKS‘ê ya li hember partiyên din ên Kurdî yên di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de rexne kir û got, ENKS‘ê şerê wan partiyan dike û qebûl nake ku bi wan re bigihêje yekitiyeke Kurdî.

Her wiha ji rêveberiya hikumeta herêma Kurdistanê bi taybetî Nêçîrvan û Mesûd Barzanî xwest ku bang li  ENKS‘ê bikin da ku siyaset û helwestên xwe yên heyî biguhere û hêviyên xwe ji wê yekê anî ziman.

Ebbas wiha lê zêde kir: "Doza Kurdî ne girêdayî ENKS yan PYD`ê ye, ew ji bo giştî gelê Kurd ê li Sûriyê ye û ji bo berjewendiya gel ne ya partiyan e. Lewra, yekitiya Kurdî destkeftiyeke niştîmanî ya gelê Kurd e."

Sekerterê giştî yê Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê Mihemed Ebbas bang li hemû alî û hêzên Kurdî kir ku yekitiya niştîmanî di nava beşên civaka Kurd de pêk bînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Gelê me li benda destkeftiyan e. Li bendê ye ku em mizgîniya yekbûnê bidin wan."

(cx)

ANHA


Mijarên Din