Ebas: Tevgerên PDK'ê xeter in û gefê li hewldanên yekitiya kurdî dixwe

Sekretêrê Giştî yê Partiya PKNK'ê Mihemed Ebas da zanîn ku tevgera PDK'ê li ser sînorê Başûr- Rojavayê Kurdistanê gefan li hewldanên yekitiya kurdî dixwe û bang li li Barzanî kir ku tevkariya xwe ya bi Erdogan re terk bike.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê (PKNK) Mihemed Ebas tevgera leşkerî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser sînorê Rojava- Başûrê Kurdistanê bi serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo Tirkiyê û hevdîtina wî bi Erdogan ve girêda û got: "Di navbera Erdogan û PDK'ê de têkiliyên xurt hene."

4'ê Îlonê, Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çawîşoglu û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Piştî serdanê Erdogan daxuyand ku wan li ser mijara PKK'ê nîqaş kirin.

Mihemed Ebas got: "Heger em sedema kolandina xendekan ji PDK'ê bipirsîn wê bêje mijar ewlehî ye. Lê heke em bêjin ev tenê gotinek, divê em nas bikin çima vê gavê davêje, gelo çekên xwe tîne beramberî me, an xeteriyek li ser PDK'ê heye yan jî xeteriyeke li ser hebûna kurdî heye, mijar çi ye?"

Mihemed Ebas diyar kir: "Heger PDK wekî bira li me nanêre, em bêjin ku em du dewletên cîran in li gorî urfên navdewletî, dema dewleteke hêz û çekên xwe li ser xeta sînorê dewleta cîranê xwe bi cih bike û xendekan bikole, divê ji aliyê din re mijarê zelal bike."

Ebas destnîşan kir ku mafê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk heye ku şandeyekê ava bike ku bi PDK'ê re li ser vê mijarê nîqaş bike û got: "Bicihanîna hêzê li ser sînor pêwîstiya wê bi lêkolîn û erêkirina herdu aliyan heye."

'AVAKIRINA BAREGEHAN GEFÊ LI HEWLDANÊN YEKITIYA KURDÎ DIXWE'

Mihemed Ebas îşaret pê kir ku gerek e PDK'ê ji nêzîkatiyên ku xizmeta doza kurdî nake dûr bikeve û got: "Ev gav dê bihêle ku PDK gelek berdêlan bide. Divê di zûtirîn demê de sedema vê gavê diyar bike. Em nêzîkatiyên bi vî rengî qebûl nakin."

Mihemed Ebas destnîşan kir ku avakirina baregehan li xeta sînorê Başûr- Rojavayê Kurdistanê gefan li hewldanên yekitiya kurdî dixe û wiha domand: "Gava ji aliyê PDK'ê ve hatiye avêtin gefê li hewldanên yekitiya kurdî dixwe û wê dixe nav xeteriyeke mezin de. Ne tenê li ser asta Rojava, di heman demê li ser asta Kurdistanê û navnetewî.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê (PKNK) Mihemed Ebas da zanîn ku her tevgereke PDK'ê tiliya Erdogan tê de heye û bang li Barzanî kir ku tevkariya xwe ya bi Erdogan re terk bike."

ANHA 


Mijarên Din