DYA’yê pêşnûmeya danekirinan a li ser Tirkiyê erê kir

Komîteya Karên Derve ya Senatoya DYA’yê sepandina pêşnumeya danekirinên li ser Tirkiyê ya ji ber êrîşên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kirîna S-400’an erê kir.

Komîteya Karên Derve ya Senatoya Emerîkayê sepandina pêşnumeya danekirinên li ser Tirkiyê erê kir. Pêşnûme ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kirîna S-400’an hatibû amedekirin.

Komîteyê bi dengên li hemberî 18 dengan, 4 pêşnûme erê kir. Ji bo erêkirinê biryara şandina pêşnûmeyê ji lijneya giştî re girt.

Komîteyên Xizmetên Çekdarî yên meclisa nûnerên DYA’yê û Senatoyê, duh di butçeya sala 2020’an e jî li hev kirin û ji bo ku Tirkiyê sistema parastinê ya S-400 ji Rûsyayê kiriye, li ser Tirkiyê danekirin xwestin.


Mijarên Din