DYA’yê daxwaza serbestberdana girtiyên di zindanên Sûriyê de kir

Nûnera DYA’yê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji rejîma Sûriyê kir ku 128 hezar girtiyên li Sûriyê serbest berde.

Nûnera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Kelly Craft di civîna mehane ya li Meclisa Ewlehiyê ya taybet ji bo aloziya Sûriyê ragihand ku nêzî 128 hezar kesên ji Sûriyê hîna girtî ne. Craft got: "Ev kiryar nayê qebûlkirin û divê rejîma Sûriyê wan kesan serbest berde."

Her wiha bang kir ku çavdêriyên navneteweyî derbasî zindanên Sûriyê bibin.

AFP`ê destnîşan kir ku ji destpêka aloziya di sala 2011`an de dest pê kir, nêzî 370 hezar kes hatin kuştin û diyar kir ku serokê rejîma Sûriyê gelek caran efû ji bo girtiyan derxistiye, bi taybet salên 2014 û 2018’an û di nîvê meha Îlonê de, lê tevî vê yekê hîna bi deh hezaran kes di zindanan de ne.

(jo)


Mijarên Din