DYA li Lîbyayê çalakiyên xwe yên li dijî DAIŞ`ê zêde dike

Artêşa DYA’yê ragihand ku 7 çeteyên DAIŞ`ê di derbeya asmanî ya li başûrê Lîbyayê de hatin kuştin.

Fermandarê Operasyonên Leşkerî yê DYA’yê yê Afrîkayê (AFRICOM) William Gailer di daxuyaniyekê de li ser malpera AFRICOM’ê wiha got: "Hemleya me li dijî rêxistina DAIŞ`ê û toreyên din ên terorîstên li Lîbyayê bû, hêza wan di pêkanîna çalakiyên aktîf ên li dijî gelê Lîbyayê de bi bin xist."

Bi derbeya nû ku duh pêk hat, hêzên Amerîkayê li Lîbyayê ji 19`ê Îlonê ve 43 çete kuştin.

Gailer wiha domand: "Hewldanên me yên li dijî rêxistina DAIŞ`ê-Lîbyayê û toreyên din ên terorê li Lîbyayê, operasyonên wan ên li dijî gelê Lîbyayê kêm dike. Ew yek bi rêya bêbandorkirina planên terorê û perwerde û çalakiyên wan e, her wiha em operasyonên wan di gefxwarina li berjewendiyên DYA`ê û hevkarên li herêmê de jî pûç dikin."

Fermandariya Amerîkayê ya Afrîkayê diyar kir ku ew ê desteka xebata dîplomasî ji bo îstiqrara rewşa siyasî li Lîbyayê û parastina hevkariyê ji bo tunekirina "rêxistinên terorîst" dewam bikin.

AFRICOM beriya niha di 19, 24 û 26 Îlonê de li nêzî bajarokê Mezroq ê hezar km li başûrê Terablusê, derbeyên asmanî pêk anîn, di encamê de 36 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

(jo)


Mijarên Din