DYA ji peymana nûklerî ya 1987‘an bi Rûsya re vekişiya

DYA‘yê îro fermî ji peymana moşekên nûklerî ya bi Rûsyayê re îmze kiribû vekişiye. DYA‘yê bi îdîaya ku Moskoyê peymanê binpê dike, vekişiya.

Rayedarên payebilind ên Rêveberiya Amerîkayê ji rojnamevanan re diyar kirin ku Donald Trump biryar daye ku Amerîkayê peymana hêzên nûklerî ya  astnavîn ya sala 1987‘an îmze kiribû, bi dawî bike.

Li gorî peymanê ji herdu aliyan dihat xwestin ku moşekên kurt an jî navîn ku ji Ewropayê werin avêtin, deynin. Washington beriya 6 mehan ragihandibû ku heger Rûsya peymanê pêk neyne wê ji peymanê vekişe.


Mijarên Din